Li ser sînorê Kobanê, terora dewleta Tirk: 40 sivîl birîndar bûn
Leşkerên Tirk ên dagirker, bi fîşekên rastî û bombeyên gazê êrîşî şêniyên Kobanê kirin, ku li ser sînor li dijî lêkirina dîwarê dagirkeriyê nobed digirtin.
Leşkerên Tirk ên dagirker, bi fîşekên rastî û bombeyên gazê êrîşî şêniyên Kobanê kirin, ku li ser sînor li dijî lêkirina dîwarê dagirkeriyê nobed digirtin.
Endamê Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Neîsan Ehmed da xuyakirin, ku êrîşa leşkerên Tirk ên li ser sînorê Kobanê de 40 sivîl birîndar bûne.
Gelê Kobanê ev hefteyeke li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser sînor nobedê digire. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker danê vê sibehê gule li gel reşandin. Ji ber vê êrîşê 40 sivîl birîndar bûn. Gelê Kobanê yê bi vê êrîşê hesiya, herikî ser sînor. Birîndar li nexweşxaneyên li bajêr tên dermankirin.
Berxwedana gel a li ser sînor dewam dike.