NÛ BÛ

Li Wanê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin

Leşkerên Tirk ên li navçeya Ebex a Wanê derketin operasyonê ji aliyê hêzên gerîla ve hatin dorpêçkirin. Di şerê li vir de gelek leşker hatin kuştin.

Leşkerên Tirk ên li herêma Çiyayê Tendurekê û navçeya Ebex a Wanê derketin operasyonê, ji aliyê hêzên gerîla ve hatin dorpêçkirin.

Di şerê li vir de gelek leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Medya Tirk got, leşkerek û 3 cerdevan mirin e. Lê çavkaniyên herêmî dibêjin, hejmara miriyên artêşa Tirk gelekî zêde ye.

Çavkaniyên herêmî her wiha ragihandin, ku leşkerên Tirk cerdevan li qada şer hiştine û reviyan e. Agahî hê ji 3 cerdevanan nayê girtin.

HPG'ê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.