Desteya Rêveberiyê ya TEV-DEM’ê têkîldarî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirkiyê ya dagirker bi hemû hovîtiya xwe daxwazên xwe yên dagirkeriyê dixwaze pêk bîne. Armanca dagirkeriya dewleta Tirkiyê ya Cerablûsê ew e ku îradeya gelê Kurd, Ereb, Asuri, Suryan û Tirkmen bişkîne, statû û şoreşa Bakurê Sûriyeyê tasfiye bike. Ji bo vê her cureyên bêexlaqî û bêqûralî bi rehetî pêk tîne. Bi dagirkirina Cerablûsê li gundên El Qusa û Amernê bi dehan mirovên sivîl jin û zarok qetil kirin.
Dewleta Tirkiyê ya dagirker îro careke din dîsa li ber çavên mirovahiyê êrîşan dibe ser gelê me yê Kobanê. Bi bêexlaqî, bêquralî, bi temamî bi darê zorê dixwaze hêzên xwe yên dagirker li ser axa Kobanê bi cih bike. Jixwe êrîş û komkujiya ji aliyê DAÎŞ’ê li ser Kobanê bi piştgiriya dewleta dagirker a Tirkiyê pêk hatibû. Ew hovîtiya dermirovîn ya li ser Kobanê pêk hatî hemû dinya dizane. Dîsa tevahiya mirovahiyê şahid e ku gelê kurd li Kobanê bi ruhekî fedaî li ber xwe da, li rûmeta xwe xwedî derket û parast. Bi sedan şehîdan, bi hezaran birîndaran pişta AKP’ê û DAÎŞ’ê şikandin û destûr nedan ku çeteyên DAÎŞ ên faşîst û dewleta dagirker a Tirkiyê bikaribin li Kobanê bi cih bibin. Berxwedana Kobanê li hemberî zilm û hovîtiya dewleta dagirker Tirkiyê û DAÎŞ’ê rûmeta mirovahiyê parastibû.tu guman tune ye ku ji vir û şûnde jî ne DAÎŞ, ne OSO ne jî yê ku van hêzan xwedî dike û berê êrîşên wan dide ser gelê Kurd dewleta dagirker a Tirkiyê ew ê nikaribe li axa Kobanê bi cih bibe. Gelê me yê Kobanê jin, ixtiyar, pîremer û bi giştî civaka me li ber xwe da, ji îro şûnde jî ew ê tu carî serê xwe netewîne. Bi hemû hêz û îradeya xwe heta dawîn ew ê li ber xwe bide.
Beriya her tiştî dewleta Tirkiyê ne heq e û dagirker e. Êrîş, dijminantî û hovîtiya dewleta dagirker a Tirkiyê ne tenê li ser gelê kurd, bi temamî li ser hemû çand û gelên li ser axa Sûriyeyê dijîn e. Dewleta Tirkiyê heta roja îro bi hêzên xwe yên dagirker ketiye ku derê hertim alozî, pirsgirêk, şer û nexweşî daye jiyandin, tu carî xizmeta mirovahiyê û çareseriyê nekiriye. Siyaseta AKP’ê û Erdogan ya ku îro li ser Sûriyê û Rojava dimeşîne dîsa dê bibe sedema pirsgirêkên heyî hîn kûr û mezin bibin, şerê heyî hîn jî dijwar bibe. Tu mafê dewleta dagirker a Tirkiyê tune ku derbasî axa Sûriyeyê bibe. Ne qanûnên navneteweyî, ne tu exlaq û tu qûral rê nade vê yekê. Bila hemû dinya bizanibe ku taybet dagirkirina dewleta Tirkiyê li ser Cerablûsê, dîsa êrîşên wan ên li ser Kobanê tu cudatiya vê ji êrîşên DAÎŞ û ên li ser mirovahiyê tune. Ên ku DAÎŞ û Nûsra xwedî kiriye, parastiye, bi hêz kiriye û di serî de li ser gelê Sûriyê û mirovahiyê kiriye bela dewleta dagirker a Tirkiyê ye. Komkujiya Parîs û Bruksel teqez ne derveyî vê rastiyê ye. Ji bo vê berxwedana gelê kurd li hemberî çeteyên DAÎŞ û dewleta dagirker a Tirkiyê di heman demê de parastina rûmeta Ewropa û tevahî mirovahiyê ye.
Dewleta dagirker a Tirkiyê careke din ew ê nikaribe hovîtiya xwe li ser Kobanê pêk bîne. Gelê me hêvî dike û bangawaziya gelê me ew e ku siyaseta navneteweyî û mirovahiyê li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirkiyê bêdeng nemînin, bibin bersiv û piştgiriya gelê Kurd ê mafdar û berxwedêr bikin. Dîsa bangawaziya me ew e ku gelê Ereb, Kurd, Asurî, Suryan, Ermen û Tirkmen li hemberî dagirkirina dewleta Tirkiyê dengê xwe bikin yek, têkoşîn û berxwedana xwe bi baweriyek xurt hîn zêdetir bilind bikin. “