Polîtburoya YNK’ê: Ti rewabûna ‘Navenda Biryarê’ nîne

Polîtburoya YNK’ê diyar kir ku ji hêla partiyê ti derbasdariya ‘Navenda Biryarê’ nîne û ev rewş di partiyê de fikaran dide avakirin.

Aliyê Endama Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm û Mela Bextiyar û gelek endamên din beşdarî civîna awarte ya îro bûn û li ser mijara ‘Navenda Biryarê’ gotûbêj kirin. Di encama civînê de daxuyaniyek nivîskî hat dayîn,  hat gotin ku ev ragihandina ji aliyê hinek endamên Rêveberiya YNK’ê ve hatiye eşkerekirin, cihê fikaran e û li gorî rêziknameya navxweyî ti rewabûna wê nîne.

 Naveroka Daxuyaniyê wiha ye;

 “Duh hemwext bi vegera Rêberê me Mam Celal ku cihê kêfxweşiyê bû, di demekê ku hêzên pêşmerge parastina Kurdistanê dikin û tevlî karwanê şehîdan dibin. Di rewşeke wiha de ku gelek senaryoyên metirsîdar li ser gelê me tên lîstin, Her wiha di nava şert û mercên krîza aborî ya niha de, mixabin hinek hevalên di nava rêveberiya YNK’ê de ragihandinek bi navê Navenda Biryarê belav kirin. Helwesta wan cihê fikaran e.

 Hevalên di nava Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, li Kurdistan, Iraq û derveyî welat de;

 Ji bo ku em gelê xwe û hêzên siyasî ji hewlesta fermî ya YNK’ê agahdar bikin, beşa herî zêde ya Polîtburoya siyasî, me ji bo çareserkirina pirsgirêkan civînek li dar xist,. Beşa herî zêde ya rêveberiya me xwedî heman helwestê bûn. Ji bo wê jî em dibêjin,

 Yek; Ragihandina her sazî û aliyekî ku li gorî rêzkinameya navxweyî ya partiyê nebe, bi ti awayî rewabûna wê nîne.

 Du: Mijarek ew çend hesas a beşek ji Polîtburoya siyasî û rêveberiyê ku hatiye ragihandin, dûr û nêzîk, di Polîtburoya siyasî ya YNK’ê de behsa wê nehatiye kirin. Her wiha rizaya Meclîsa Navendî jî nehatiye girtin. Behsa vê yekê jî nehatiye kirin ku ji bo biryarek bi vî rengî em li hev bicivin.

 Ji bo wê jî em radigihînin ku piştî vê yekê em ê li gorî rêziknameya navxweyî ya YNK’ê, di demek nêz de civîna xwe ya asayî li dar bixin. Piştre em ê helwesta YNK’ê ya der barê mijarê de ji raya giştî re ragihînin.

 Em hêvî dikin ku hemû hevalên Rêveberiyê li pey çareserkirina pirsgirêkan bin. Em di wê baweriyê de ne ku YNK serkeftî ye. Wê têkoşîna xwe ya demokrasî û edaletê berdewam bike. Her wek ku Mam Celal jî gotiye; ‘Sefîn ji holê rabe jî, YNK bin nakeve!’”