Li Çelê şerekî dijwar diqewime
Ji ber operasyona artêşa Tirk a li herêma Ertûşê ya navçeya Colemêrg Çelê, şerekî dijwar diqewime. Gerîlayan li leşkerên derketin operasyonê xistin û tê gotin, gelek leşker hatine kuştin.
Ji ber operasyona artêşa Tirk a li herêma Ertûşê ya navçeya Colemêrg Çelê, şerekî dijwar diqewime. Gerîlayan li leşkerên derketin operasyonê xistin û tê gotin, gelek leşker hatine kuştin.
Artêşa Tirk bi hêzeke mezin a leşkerî û teknîka zêde, li herêma Ertûş a navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonê kir. Hêzên gerîla di cih de bersiv dan û li ser vê yekê şerekî dijwar qewimî. Gerîlayên HPG/YJA Starê duh êvarê li hêzên operasyonê xistin.
Duh saet di navbera 20:00-24:00 de li dijî Keleha Ertûşê, girên Şehîd Cahît û Şehîd Newal êrîşa hewayî hat kirin.
Piştre helîkopterên Skorsky bi desteka helîkopterên Kobra leşker danîn herêmê.
Gerîlayan danê vê sibehê li dijî leşkerên li girê Şehîd Cahît û Keleha Ertûşê bi cih bû, saet di 04:00 de çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştiğn.
Şerê piştî vê çalakiyê rû da, hê jî dewam dike. Herêma şer ji aliyê balafirên şer ve tê bombekirin.