YPG’ê nasnameya şervanekî din jî eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê xwe Bahoz (Umer Mihemed) ê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê xwe Bahoz (Umer Mihemed) ê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya şervanê xwe Bahoz (Umer Mihemed) ê ku di dema li ser erka xwe bû di encama kirîza dil de, jiyana xwe ji dest da eşkere kir.
YPG’ê wiha anî ziman: “Hevriyê me Bahoz (Umer Mihemed) di destpêka sala 2016 li Kantona Efrînê beşdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û di radeyek bilind de cihê xwe di nav kar û xebatên leşkerî û perwerdê de girt. Di dilê wî de şoreşgerî û azadiya gelê Rojava hebû. Mixabin di 31'ê Tebaxê de dema ku hevrê Bahoz erkê xwe ya parastinê bicih di anî, di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di kesayeta hevrê Bahoz de hemû pakrewanên şoreş û berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Ji malbata şehîd û tevahî gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan careke din nû dikin.”
Nasnameya şervanê YPG’ê yê ku jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Nasnav: Bahoz Efrîn
Navê û Paşnav : Umer Mihemed
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Reşîd
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 31-08-2016