BI DÎMEN

Karasû: Armanca wan a ‘Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad’ wê teqez pêk were

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji ber wefata nivîskar Vedat Turkalî ji Ajansa me re nirxandin kirin, got; “Armanca wan a ‘Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad’ wê teqez pêk were.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji ber wefata nivîskar Vedat Turkalî ji Ajansa me ANF’ê re nirxandin kirin, got; “Armanca wan a ‘Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad’ wê teqez pêk were.”

Karasû bal kişand ser girêdana Turkalî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û ev axaftin kirin: “Gelekî ji Rêber Apo hez dikir. Bi tecrube, zanebûna xwe ya sed salî ve pir baş hîs dikir ku bê ka Rêber Apo Tirkiye, cîhanek çawa dixwaze.”

 ‘ME WIJDAN, ŞOREŞGERTIYA WÎ YA MEZIN DÎT’

Karasû  ji bo malbata Turkalî, gelên Tirkiye, gelê Kurd û tevahî şoreşgeran sersaxî xwest, got; “Me ti carî firsenda nasîna wî nedît. Esas, gelekî dixwest were çiya, bibîne, lê nebû nesîb. Lê, dema me ew di televîzyonê de didît, me zanebûn, kûrbûn, şoreşgerî, welatparêziya Tirkiye, wijdan û exlaqî wî yê mezin didît.” Karasû anî ziman ku rêzê li hember digirin, wê bi rêzdarî û minet bi bîr bînin.

‘EM Ê XEYALÊN WAN PÊK BÎNIN’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wê teqez xeyalên wan ên Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad pêk bînin û wiha pê de çû: “Çawa me soz daye şehîdên xwe, têkoşîna pêkanîna xeyalên şehîdên xwe didomînin, çawa hevalên me têkoşîna vê bi awayekî fedaî dimeşînin, em ê têkoşîna Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad jî di heman demê de wek xeyalên mîna Vedat Turkalî, Mîhrî Bellî, Yaşar Kemal berdewam bikin.”

Karasû di dewama axaftina xwe de got di demên herî zehmet de li cem gelê Kurd cih girtin û ji dostanî, têkoşîna gelê Kurd di bin ti şert û mercî de neqeriyan, ev anîn ziman: “Bû hevrêyê Rêber Apo, me hemûyan. Gelekî ji Rêber Apo hez dikir. Di hezkirin, fêmkirina Rêber Apo de gelekî pêşketî bû.  Bi tecrube, zanebûna xwe ya sed salî ve pir baş hîs dikir ku bê ka Rêber Apo Tirkiye, cîhanek çawa dixwaze. Baş hîs dikir ku Rêber Apo ew Rêbertî ye ku hîsên wî yên sosyalîst herî baş îfade dike.”

 ‘GIRÊDANEK WÎ YA MEZIN BI RÊBER APO RE HEBÛ’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku Turkalî pê bawer bû ku Rêber Apo şoreşgerekî mezin e ku nûnertiya tevahî nirxên erdnîgariya Rojhilata Navîn, Kurdistan, Anatolyayê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Baş hîs dikir ku şoreşgerekî Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiyeyê ku li ser nirxên xwe teşe girtiye. Lewre jî girêdanek, hezkirinek wî ya mezin li beramberî Rêber Apo hebû.”

Karasû diyar kir ku dema 94’an li Ewropayê bû, Yaşar Kemal agahiyek taybet şand û wiha dewam kir: “Got, ‘ez gelekî ji wî hez dikim, jê re ragihînin.’ Mîhrî Bellî jî Rêber Apo dît, jê hez kir. Vedat Turkalî bêyî bibîne, nas bike, ev hest pê re çêbûn. Lewre jî gelekî bi nirx e.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ez careke din li ser navê gel, şervanan sozê didim; wê armanca wan a Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad teqez pêk were. Hestên wan ên sosyalîst jî wê di civakbûna Rojhilata Navîn de bi cih bibe. Teqez wê Rojhilata Navîn takekesiya kapîtalîzmê qebûl neke. Jiyana civakî ya bi hestên sosyalîst wê li ser vê axê teqez şîn were û ji tevahî cîhanê re bibe mînak.”