Nûçegihanê DÎHA’yê Sebahattîn Koyûncû hate girtin

Nûçegihanê DÎHA’yê Sebahattîn Koyûncû yê ji li navçeya Cizîr a Şirnexê der ket pêşiya dadgehê, bi îdîaya “Encamê rêxistinê” hate girtin.

Koyûcû yê ku di serdegirtinên malan ên li Silopiyayê de hate binçavkirin û li Cizîrê hate dadgeh kirin, bi hinceta nûçeyên ku amadekirî û parvekirinên li ser torên civakî hate girtin.

Koyûcû, di 26’ê Tebaxê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Silopiyayê ve hatibû berdan. Li ser nerazîbûna Dozgeriya Cizîrê dûbare Koyûcû hate binçavkirin, şande Dadgeha Ceza ya Sûlh a Cizîrê.

Dadgah Ceza ya Sûlh a Cizrîrê bi hinceta hevpeyvîna li gel perlementerên HDP’ê û parvekirinên li ser torên civakî nîşan da û bi sûcê “Enamê rêxistinê” û “Propagandakirina rêxistinê” biryara girtina Koyûncû da. Koyûcû piştî biryara girtinê şande Girtîgaha Sergirtî ya Tîpa T a Şirnexê.