KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyan Eşrefiyê bombe kirin
Çeteyên ku AKP piştgirî dikin Taxa Eşrefiyê ya Helebê bi hewan û fuzeyan bombe dike. -
Rêveberiya Xweser: Berxwedana gel hişt ku Tirkiye gavan bi şûn ve bavêje
Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê berxwedaniya aştiyan a gelê Kobanê li hemberî êrîşên Tirkiyeyê ku bi serkeftinê bi encam bû, silav kir, berxwedana gel hişt ku Tirkiye gavan bi şûn ve bavêje. -
Li Amûdê deh hezaran tecrîd protesto kir
Li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîr a Rojava deh hezar kes hatin cem hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. -
Li dijî qereqola Qawanciyan çalakî
Hat ragihandin ku li gundê Oxçiyan a navçeya Qowanciyanê li dijî qereqola leşkeran çalakiyek pêk hat. -
Demîrtaş: Rêya aştiyê diyar e
Demîrtaş: Em aştiyek adil dixwazin. Em aştiyek tijî azadî dixwazin. Me li Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Eger ji Îmraliyê agahî neyên girtin wê xeterî hê mezintir bibe. Vê peyamê rast fêm bikin. -
Ciwanê ku leşkerên Tirk gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
Ciwanê ku dema ji bo tevlî meşa li Amedû bibe bi girseyê re ketibû rê û ji ber leşkerên Tirk gule lê barandin birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. -
Berxwedana Mezin a Çelê
30’ê Tebaxê artêşa Tirk bi hemû hêza xwe ve û bi 10 hezaran çeteyên xwe ve, li bejahiya Colemergê operasyona xwe ya herî mezin a dîrokî da destpêkirin.. -
Leşkerên Tirk gule li Rojavayiyên diçû meşê barand
Leşkerên Tirk welatiyên Rojava yên ji Dirbêsiyê û Serêkaniyê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diçûn bajarê Amûdê dan ber guleyan. Di encama êrîşê de zarokek birîndar bû. -
YPG: Artêşa Tirk 2 welatiyên Rojava li Girê Spî qetil kirin
YPG’ê diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê berdewam dike. Di encama êrîşa îro de li Girê Spî 2 welatî qetil kirin û 3 hemwelatî jî birîndar kirin. -
‘Li Çelê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam e’
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam dike û 5 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane. -
Dewleta Tirk xwedî li cenazeyên cerdevanan dernakeve
Dewleta Tirk, xwedî li cenazeyên cerdevanên di şerê li Ebexê de hatin kuştin derneket. Dewletê cenaze li naverastê hişt. -
Fûad Mahsûm wê aliyên nava YNK'ê li hev bicivîne
Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li nava YNK'ê, wê aliyan li hev bicivîne. -
Rapora Rojhilatê Kurdistanê: Rejîmê 34 Kurdên din bi dar ve kir
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, li ser binpêkirina mafên mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand. Di raporê de bal hat kişandin ser darvekirin û komkujiyên ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin. -
Leşkerên Tirk bavek û du zarokên wî qetil kirin
Leşkerên Tirk li ser sînorê Girê Spî û Bakurê Kurdistanê, bavek û du zarokên wî qetil kirin. -
Şerê di navbera hêzên şoreşger û çeteyan de didome
Li herêma Şehbayê, şerê di navbera hêzên şoreşger û çeteyan de diqewime, bi giranî didome. -
Dadgeriya Tirk biryar da 'bi zorê' 7 wekîlên HDP'yî bîne
Dadgeriya dewleta Tirk biryar da ku 7 parlamenterên HDP'yî yên ji 'Doza Bingehîn a KCK'ê' tên darizandin, bi zorê bînin. -
Grêva birçîbûnê ya li Amedê destpê kir
Grêva birçîbûnê bi beşdariya 50 kesî li Amedê destpê kir. Çalakger dixwazin agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin. -
Navên 50 kesên tevlî grêva birçîbûnê bûne
Navên 50 kesên tevlî grêva birçîbûnê bûne diyar bûn. Grêva birçîbûnê ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were wergirtin, tê lidarxistin. -
Li Çelê derbeke din li artêşa Tirk hat xistin
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, şerê navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla ev 4 roj in dewam dike. -
Fermandarê HPG'ê Felat Çelê: Rojên giran li pêşiya dewleta Tirk in
Nûçegihanên ANF'ê ji bo şopandin û ragihandina rewşa şer çûn herêma Zagrosê û li ser çalakiyên gerîla û şerê heyî bi fermandarekî HPG'ê Felat Çelê re axivîn. -
Li Erzîromê operasyona qirkirina siyasî: 40 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin, îro li Erzîromê dewam kirin. Herî kêm 40 kes hatin binçavkirin, ku di nav de siyasetmedarên Kurd jî hene. -
Li Hesekê teqîna dijwar
Li taxa Mesakin a Hesekê, motorsîkleteke bombebakirî hat teqandin. Tê gotin, teqîn li nêzî Navenda Sotemeniyê ya Merşo rû daye. -
Şoreşgerê enternasyonalîst Kemal Pîr û têkoşîna wî
Bi Kemal Pîr re em li hev rûniştibûn û me berê xwe dabûn Kobanê. Navê gundên li hemberî me dipirsî. Li Kobanê pirsî û got, 'rejîma li wir ma ne rejîma Baas e?' Min jê re got erê. Wî jî got, 'Em ê wê derê jî rizgar bikin'. -
Gelê Mêrdînê: Em ê li ber darbeya qeyûm rabin
Gelê Mêrdînê, desteserkirina şaredariyan a bi rêya qeyûman weke darbeya li vîna xwe dibîne û dibêje, ew ê serî li ber vê darbeyê netewînin û qeyûman nas nekin. -
'Em li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan, em ê li dijî dagirkeran jî têbikoşin'
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Mûhammed Elî diyar kir, kes nikare li ser xaka wan xetên sor destnîşan bike û got, "Em bi çi rengî li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan, bi heman awayî em ê li dijî dagirkeran jî têbikoşin."