Li Hesekê teqîna dijwar
Li taxa Mesakin a Hesekê, motorsîkleteke bombebakirî hat teqandin. Tê gotin, teqîn li nêzî Navenda Sotemeniyê ya Merşo rû daye.
Li taxa Mesakin a Hesekê, motorsîkleteke bombebakirî hat teqandin. Tê gotin, teqîn li nêzî Navenda Sotemeniyê ya Merşo rû daye.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, danê vê sibehê saet di 08:05'an de li nêzî Navenda Sotemeniyê ya Merşo motorsîkleteke bombebarkirî hat teqandin.
Tê gotin, di vê êrîşa xwekujî de, qurbanî hene û 4 kes jî birîndar bûne.
Ji birîndaran navên du kesan bi vî rengî ne: Mihemed Elî Osman û Reşad Mihemed Ezîz. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.
Têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane hê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Hêzên asayîşê li herêma êrîş lê hat kirin, dest bi lêkolînê kirin.