Dadgeriya Tirk biryar da 'bi zorê' 7 wekîlên HDP'yî bîne

Dadgeriya dewleta Tirk biryar da ku 7 parlamenterên HDP'yî yên ji 'Doza Bingehîn a KCK'ê' tên darizandin, bi zorê bînin.

Darizandina parlamenteran, ku piştî hatin hilbijartin hatibû rawestandin, li dû rakirina mafê destnedanê dîsa destpê kir. Rûniştina dozê îro li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Osman Baydemîr, Dîrayet Taşdemîr, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu û Nadîr Yildirim, tevlî vê rûniştina dozê nebûn.

Heyeta dadgeha dewleta Tirk biryar da, ku wekîlên tevlî rûniştinê nebûne bi zorê werin anîn.

Rûniştina dozê ji bo meha Mijdarê hat taloqkirin.