Li Çelê derbeke din li artêşa Tirk hat xistin
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, şerê navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla ev 4 roj in dewam dike.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, şerê navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla ev 4 roj in dewam dike.
Li herêma Ertoşê ku bi qasî 40 kîlometreyan dûrî navçeya Çelê ye, şer derket. Tê gotin di vî şerî de kuştiyên artêşa Tirk çêbûne.
Li gorî agahiyan şer li herêma Geliyê Tiyarê, bi taybetî li derdora gundên Marûfan, Bilêcan û mintiqeya Serê Sêvê dewam dike.
Çavkaniyên herêmî gotin, leşkerên mirî û birîndar bi helîkopterê rakirine navenda navçeyê.
Çavkaniyên Tirk ragihandin, ku di şer de 2 leşker hatine kuştin.
HPG'ê hê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.