Dewleta Tirk xwedî li cenazeyên cerdevanan dernakeve
Dewleta Tirk, xwedî li cenazeyên cerdevanên di şerê li Ebexê de hatin kuştin derneket. Dewletê cenaze li naverastê hişt.
Dewleta Tirk, xwedî li cenazeyên cerdevanên di şerê li Ebexê de hatin kuştin derneket. Dewletê cenaze li naverastê hişt.
Li herêma Tendurekê ya navçeya Ebex a Wanê, di şerê dawiya hefteyê yê navebra gerîla û artêşa Tirk de gelek leşker hatibûn kuştin. Di vî şerî de 3 cerdevan jî hatibûn kuştin.
Ji ber ku dewletê cenazeyên cerdevanan li qada şer hişt, xizmên cerdevanan çûn cem Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Beşîr Atalay û jê re gotin, "Cenazeyên me ji wê herêmê rakin. Eger hûn nikarin rakin, em ê biçin rakin. Ew cenaze wê li wir li binê tavê xera bibin."
Tevî vê nerazîbûna malbatan jî, cenazeyên cerdevanan hê li vê herêmê ne.
Tê gotin şerê li herêmê dewam dike.