Fûad Mahsûm wê aliyên nava YNK'ê li hev bicivîne
Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li nava YNK'ê, wê aliyan li hev bicivîne.
Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li nava YNK'ê, wê aliyan li hev bicivîne.
Bi pêşengiya Alîkarên Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl û Behrem Salih, komekê roja 1'ê Îlonê dabûn xuyakirin, ku wan di nava partiyê de 'Navenda Biryardanê' ava kirine. Rojek piştî vê daxuyaniyê, endamên polîtburo ya YNK'ê bi pêşengiya Hêro Îbrahîm Ehmed û Mele Bextiyar, diyar kirin ku 'Navenda Biryardanê' ne rewa ye.
Ji bo çareserkirina aloziya nava YNK'ê, Serokkomarê Iraqê û yek ji damezrînerên YNK'ê Fûad Mahsûm li Silêmaniyeyê di navbera aliyan de dest bi danûstandin kir. Şêwirmendê Fûad Mahsûm li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, ji bo çareserkirina nakokiyan wê Mahsûm îro her du aliyan li hev bicivîne.
Şêwirmendê Mahsûm Ebdullah Eliyawayî da zanîn, Fûad Mahsûm duh êvarê bi endama polîtburo Hêro Îbrahîm re hevdîtin kir û piştre bi Alîkarê yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl re rûnişt. Şêwirmend anî ziman, Mahsûm wê îro jî her du aliyan li hev bicivîne.