Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyak nivîskî da, da xuyakirin ku 5’ê Îlonê serê sibehê arteşa Tirk li gundê Um El Sarinc a dikeve rojhilatê Girê Spî hemwelatiyên sivîl gulebaran kiriye û got; “Di encama vê êrîşê de zarokekî 7 salî û mêrek gihiştin şehadetê û 3 hemwelatî jî ku yek jê zarok e, birîndar kirin.”
YPG’ê di berdewama daxuyaniyê got; “Di şeva 4’ê Tebaxê li rojavayê Firatê, li hember bajarokê Şêxler a giredayî Kobanê tevgerek zêde ya çeteyên giredayî koalîsyona Sûriyeyê li gel arteşa Tirk hat ditîn.”