NÛ BÛ

Grêva birçîbûnê ya li Amedê destpê kir

Grêva birçîbûnê bi beşdariya 50 kesî li Amedê destpê kir. Çalakger dixwazin agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin.

Grêva birçîbûnê, ku gelek siyasetmedarên Kurd ên navdar jî tê de hene, li avahiya DBP'ê ya bajarê Amedê destpê kir.

Gelê Amedê jî destekeke xurt dide grêvê. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn û daxuyanî hat dayîn.

Berî grêv dest pê bike hêzên dewletê avahiya DBP'ê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Bi avahiya DBP'ê ve pankarta mezin a "Heta ku bi Birêz Ocalan re hevditin bê kirin em di grêva bêdem û bêdorveger dene" hat daliqandin. Li salona Konferansê ya Vedat Aydin ku çalakiya grêvê lê dest pê kir jî pankarta "Em ji ber tenduristî û ewlehiya Ocalan bi fikar in. Bila bi lezgîn hevditin bên kirin" û "Azadiya Ocalan azadiya me ye" hat vekirin. Dîsa posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Daxuyaniyê bi tilîlî û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" dest pê kir. Gelek rojnamevanan çalakî şopand. 

BERDILK LI XWE KIRIN

Çalakvanên ku ketin grêva birçîbûnê berdilkên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bû li xwe kirin û dest bi çalakiyê kirin. 

Li gel çalakvanan wekilên HDP'ê hevserokên partî û şaredariyan, siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Berî ku daxuyani bê dayîn Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, der barê girîngî û wateya çalakiyê de axivî. Guven, anî ziman ku heta ew agahî ji Ocalan bistînin û hevdîtin pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin. 

'ME TI AGAHÎ BI DEST NEXISTINE'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel li ser navê pêkhateyan daxuyanî xwend û got: "Me di 31'ê Tebaxa 2016'an de bi nûnerên gel ên bijartî, hevserokên partî û saziyan re daxuyaniyek hevpar dan. Me diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 18 salin bi setan serê xwe di yek hucreyê de di bin tecrîda giran de ye. Dîsa me diyar kir ku Birêz Ocalan ji 5'ê Nisana 2015'an heta niha tu agahî jê nayê girtin. Me fikarên xwe bi raya giştî re parve kir. Bi taybetî piştî darbeya 15'ê Tîrmehê li dijî Birêz Ocalan êrîşa fîîlî pêk hat. 52 roj der bas bûn me ti agahiyên şênber û yek agahiya objektif bi dest nexist." 

'TECRÎD BI TI AWAYÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Tûncel, di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe aştiya mayinde pêş bikeve li gel tecrîda giran di zindana Îmraliyê de 18 sal in li ber xwe dide û wiha got: "Piştî diyaloga di salên 2013-2015'an de bi Ocalan re pêk hat nîşan da ku aştî û çareseriya demokratîk pêkan e. Lê piştî deklerasyona 28'ê Sibatê ku derbasî muzakereyan bûbaya pêvajo hat bidawî kirin û dîsa êşa giran dest pê kir. Sedema vê yekê jî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd ji bo mirovahî, demokrasî û azadiyê nayê qebûlkirin." 

'EM BI 50 NÛNERÊN GEL DEST BI GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ DIKIN'

Tûncel da zanîn ku ew van pêkanînên dij zagonî, dij hiqûq û li dijî mirovahiyê ku li ser Ocalan pêk tên nikarin qebûl bikin û diyar kir, bila kes ji wan nepê ku vê êrîşa li ser vîna gel qekûl bikin. Tûncel destnîşan kir ku 510 rojin tecrîd didome û hemû hewldanên hiqûqî, zagonî û mirovî yên ji bo rakirina tecrîdê hatine pûçkirin û wiha got: "Hikûmetê hemû hewldan vala derxist. Malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê nikare bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike. Ji bo ku dîsa malbat, parêzer û heyet karibe bi Ocalan re hevdîtin bike û em karibin agahiyek teqez û saxlem jê bigirin em bi 50 kesên dildar ji îro 5'ê Îlonê û şûnde dest bi greva bêdem û bêdorveger dest grêva birçîbûnê dikin. Daxwaza me hevdîtina bi Birêz Ocalan a di çarçoveya hiqûq û mirovahiyê de ye. 

Ji roja ku îlana çalakiyê heta niha ti gav nehatine avêtin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora çalakiya 50 kesan bibin xelek û çalakiyê li her derê belav bikin. Divê me hemû li azadiya xwe xwedî derkevin û çalakiyê mezin bikin. Em bang li hemû kesan dikin ku li dora çalakiya mafdar û rewa kom bibin û di nava piştevaniyê de bin." 

Tûncel, piştî daxuyaniyê navê 50 kesên ketin grêvê yek bi yek xwend û dest bi çalakiyê kirin.