Rêveberiya Xweser: Berxwedana gel hişt ku Tirkiye gavan bi şûn ve bavêje

Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê berxwedaniya aştiyan a gelê Kobanê li hemberî êrîşên Tirkiyeyê ku bi serkeftinê bi encam bû, silav kir, berxwedana gel hişt ku Tirkiye gavan bi şûn ve bavêje.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ji bo silavkirina welatiyên Kobanê û hemû kesên ku di sekn û berxwedaniya “Rûmetê” ya li hemberî êrîşên dewleta dariker aTirkiyeyê de rawestayî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê dijberî Rojava bi hincetên cuda cuda dixwaze di navbera Rojava û Bakûr de dîwarekî ava bike. Ev dîwar wekî dîwarê parçeperestî di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de tê dîtin, her wiha di vî alî de jî hemû qanûn û yasayên navneteweyî jî binpêkirin e. Tirkiyeyê bi polîtîkayên dagirkeriyê hewl dide destwerdanî karûbarên hundirîn ên gelan bike, lê ev hewldan biser neketin û di encama berxwedaniya aştiyê ya gelan de têk çûn.

Di daxuyaniy Rêveberiya Xweser de wiha hate gotin: “Hêzên leşkerî û ewlehiyê yên AKP’ê ji bo ku xwepêşandana berxwedêran a li ser sînor bişkîne, li ser çalakgeran gule reşandin. Van kiryarên faşîst hiştin ku 2 welatiyên me şehîd bibin û bi dehan kes jî birînar bibin. Çalakvanên ji hemû beş û pêkhateyên civakê ku li ser sînor man, vîna xwe radestî makanîzmeya tundî û dagirkeriya faşîst a Tirkiyeyê nekirin û li ser vê bingehê berxwedaniya gelerî pêş ket û bi serkeftinê bi encam bû. Ev berxwedanî 11 rojan dirêj kir û dewleta Tirkiyeyê neçar hişt ku ji biryara xwe ya avakirina dîwar paşve gav bavêje.”

Herî dawî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê destnîşan kir ku em rihê vê berxwedaniya giranbuha ya gelan û hemû kesên ku piştgirî dan sekna rûmetê, bi nirx dibînin û ji dil û can wên silav dikin. Em her wiha ji bo şehîdên me ku di ber parsatina xaka welat de canê xwe dane, bejna xwe ditewînin.