KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelê Başûr ji bo Ocalan di mîtînga Hewlêrê de tê cem hev
Îro saet 17.00’an bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şermezarkirin û azadiya wî were xwestin wê mîtîngek were lidarxistin. -
Gerîlayên HPG’ê Ozalp û Goktaş ji bo rêwitiya dawî hatin birêkirin
Gerîlayên HPG’ê Alî Ozap û Yuksel Gokbaş yên ku di bombekirinên Nazimiyê de jiyana xwe ji dest dayin ber bi bêdawitiyê ve hatin birêkirin. -
Ciwanên Êzidî diherikin nav refên YBŞ-YJŞ’ê
Piştî Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Şoreşger a Akademiya Dewrêşê Evdî bi dawî bû li Şengalê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Rebin, Şengal Tolhildan û ji fermandarên YJŞ’ê Yekbûn Basre amade bûn. -
YPG: Dewleta Tirk êrîşî Federasyona Bakurê Sûriyeyê dike
YPG bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi ser Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de berdewam dike. -
Li Mûşê dema treneke bar derbas dibû teqînekê rû da
Li Mûşê, dema trena bar derbas dibû teqînekê rû da. Di encamê de 7 vagon ji rê derketin. Artêşa Tirk piştî teqînê li herêmê dest bi operasyonê kir. -
Gerîlayên HPG'ê li Bazîdê li lojmanên polîsan û MÎT'ê xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîlayên HPG'ê roja 6'ê Îlonê ji 2 baskan ve li lojmanên polîsan û MÎT'ê yên li Bazîdê xistine û di encamê de 3 polîs hatine kuştin, polîsek jî birîndar bûye. -
AKP'ê qeyûm li Şaredariya Kopê wezîfedar kir
AKP'ê qeyûm li Şaredariya Kopê ya Mûşê, ku DBP'yî ye wezîfedar kir. -
Leşkerên Tirk sivîlek li ser sînorê Efrînê qetil kirin
Leşkerên Tirk sivîlek li ser sînorê Efrînê qetil kirin û cenazeyê wî revandin. -
Liv û tevgera artêşa Tirk a li Efrînê zêde dibe
Liv û tevgera artêşa Tirk a li ser sînorê Efrînê zêde bû. Li ser sînor dîwarê dagirkeriyê tê lêkirin. Her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Efrînê digerin. -
Polîsên Tirk li Amedê êrîşî kedkarên perwerdeyê kirin
Kedkarên perwerdeyê yên ji aliyê AKP'ê ve ji kar hatin derxistin, ji bo vê êrîşê şermezar bikin li ber Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Amedê li hev civiyan. Lê belê polîsan êrîşî wan kirin. -
Tûncel: Divê kilîda li Îmraliyê were vekirin
Tûncel: Eger gelên Tirkiyeyê niha nebêjin 'êdî bes e' wê kengî bêje! Bûyerên diqewimin, ji ber astengkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rû didin. -
Gelê Til Berakê li dijî dagirkeriya Tirk meşiya
Çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk a li Cerablûsê, dewam dikin. Gelê Til Berakê dagirkerî şermezar kir û destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. -
Gelê Suryanî jî xwedî li Ocalan derket: Ew Rêberê me ye
Gelê Suryanî ji bo piştgiriyê hatin serdana berxwedêran. Suryaniyên ji Amed û Mêrdînê hatin, berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. -
Li Şirnexê topbarana dewletê
Ji Fermandariya Alayê ya Gulyazi ya li Şirnexê, top li sînorê gundê Roboskî û herêma Heftanînê tên barandin. -
Goran: PDK dixwaze dest deyne ser serokatiya parlamentê
Lîderê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa diyar kir, PDK hewl dide dest deyne ser serokatiya parlamenta herêmê û got, ew ê ti carî nehêlin vîna wan bê desteserkirin. -
Cenazeyê gerîla Andok Meryem hat veşartin
Cenazeyê gerîla Dogan Aslan ê li bejahiya Qisleyê ji ber bomberdûmanê jiyana xwe ji dest da, li Kopê hat veşartin. -
Greva birçîbûnê di roja 5. de ye
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, ku ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin hat destpêkirin, di roja 5. de ye. -
Li Silopiyayê çalakiya sabotajê: 8 polîsên tîmên taybet mirin
Li dijî tîmên taybet ên Tirk ên li Silopiyayê, ku rêya li pêşberî benda kontrolê ya polîsan a 52. kontrol dikirin, danê vê sibehê saet di 08:00 de çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Li gorî agahiyên destpêkê 8 tîmên taybet mirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tûfan Arjîn li Hezroyê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Recep Yetîş (Tûfan Arjîn) ê li Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li gundê Gomê Dedaş ê Hezroyê hat veşartin. -
Li 13 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Dewleta Tirk li 13 gundên Amedê, derketina derve 'qedexe' kir. Tê payîn ku li van gundan operasyona leşkerî destpê bike. -
Vîna gel wê destûrê nede qeyûm
Hevşaredara Sûrê Azîze Deger û Cîgira Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner gotin, vîna gel wê bi ti awayî destûrê nede qeyûm. -
Ok: Girêka kor wê li Îmraliyê vebe
Sabrî Ok: Hinek tişt hene mirov dikare sebir bike, taloq bike yan jî bi şêwazekî din nêzîk bibe. Lê dema mijar Rêber Apo be ne tehemul, ne jî sebr mimkûn e. Em gihîştine vê nuqteyê. -
Gerîlaya YJA Starê Elçîçek ber bi rêwîtiya dawî ve hate birêkirin
Gerîlaya YJA Starê Eylem Elçîçek ku di şerê Dihê de jiyana xwe ji dest dabû, bi lorikan li Sêrtê hate veşartin, piştî merasîmê jî bavê Elçîçek, Reşît Elçîçek ji hêla polîsên Tirk hate binçavkirin. -
Li Pilûrê şer
Hat ragihandin ku li navçeya Pilûr a Dersimê di navbera gerîlayên HPG’ê û hêzên artêşa Tirk de şer derketiye. -
Asayîşê nasnameyên 2 endamên xwe eşkere kir
Navenda Ragîhandinê ya Asayîşa Rojava nasnameyên 2 endamên xwe ku şevê din di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li dijî Efrînê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.