AKP'ê qeyûm li Şaredariya Kopê wezîfedar kir
AKP'ê qeyûm li Şaredariya Kopê ya Mûşê, ku DBP'yî ye wezîfedar kir.
AKP'ê qeyûm li Şaredariya Kopê ya Mûşê, ku DBP'yî ye wezîfedar kir.
Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Kop a Mûşê ye, bang li Midûrê Karên Nivîsê yê Şaredariya Kopê ya DBP'yî kir û jê re ragihand, ku qeyûm li şaredariyê hatiye wezîfedarkirin. Qeymeqamê Tirk got, wê piştî nîvro ji şaredariyê re ev yek bê ragihandin.
Nûçeyên tayîna qeyûmê yên ku duh ji bo şaredariyên Sûr û Farqînê yên navçeyên Amedê xwe dan der, îro heman nûçe ji bo Şaredariya Kopê ya Mûşê jî hatin ragihandin. Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Şaredariya Kopê Fethî Çoban ragihand ku Qeymeqamê Navçeyê lê geriyaye û jê re gotiye, "Wê qeyûm tayînî şaredariya we bibe, piştî nîvro jî wê nivîsa fermî bê. Bila hayê we jê hebe."
Çoban, wiha got "Niha li şaredariya me birêvebrina kar bi awayekî asayî didome. Hê bi awayekî fermî ti belge ji me re nehatine."