Liv û tevgera artêşa Tirk a li Efrînê zêde dibe
Liv û tevgera artêşa Tirk a li ser sînorê Efrînê zêde bû. Li ser sînor dîwarê dagirkeriyê tê lêkirin. Her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Efrînê digerin.
Liv û tevgera artêşa Tirk a li ser sînorê Efrînê zêde bû. Li ser sînor dîwarê dagirkeriyê tê lêkirin. Her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Efrînê digerin.
Liv û tevgera artêşa Tirk a li herêmên Bilbilê Baliya, Bîka, Ele Karo û Kerde yên Efrînê zêde bû.
Gelek maşînên zirxî tank sewqî ser sînor hatin kirin. Her wiha li heman xetê, rêyeke berfireh tê çêkirin.
Çavkaniyên herêmî, liv û tevgera leşkerî ya li ser sînor piştrast kirin û gotin, di heman demê de balafirên keşfê li ser Efrînê digerin.
Tevî çêkirina rêyek bi 8 metreyan fireh, artêşa Tirk kontrolên xwe yên li ser sînor zêde kir.
Li gundê Baliya yê li ser sînor, şivanekî pezê xwe diçêrand, bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bû.