Çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk a li Cerablûsê, dewam dikin. Gelê Til Berakê dagirkerî şermezar kir û destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.
ANF
TIL BERAK
în, 9 rezberê 2016, 11:33
Li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk, gelên li Bakurê Sûriyeyê dest bi çalakiyan kirin. Gelê Til Berakê bim eşekê, dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û peyama "Em ê li dijî her şêwe dagirkerî û êrîşan bisekinin" da.
Meşê duh êvarê ji navenda bajarê Til Berakê destpê kir û heta meydana bajêr dewam kir.
Di meşê de komkujiyên çeteyên Erdogan li gelên Sûriyeyê dikin û bêdengiya hêzên navneteweyî hat şermezarkirin û dirûşma "Erdogan ê kujer ji welatê me bicehime" hat qîrîn.
Serokê Meclîsa Gel a Til Berakê Hesen Sadûn û endamê Meclîsê yê ji gelê Ereb Mihemed Ehmed Silêman li vir axivîn. Qisekeran bibîr xistin, ku dewleta Tirk bi salan e bi destê çeteyan li dijî gelên Sûriyeyê şer dike û gotin, "Erdogan ê ku dixwaze bibe padîşahekî nû yê Osmanî, welatê me kir gola xwînê."
'GELÊN SÛRIYEYÊ WÊ DESTÛRÊ NEDIN DAGIRKERIYÊ'
Serokê Meclîsa Gel a Til Berakê Hesen Sadûn got, "Dewleta Tirk nekarîbû gelên Sûriyeyê berde hev û planên xwe têk çû. Erdogan dixwest bi 'serketineke nû ya Mercidabiqê' xwe biek padîşahê nû. Lê gelên Sûriyeyê bi ti awayî destûrê nadin dagirkeriyê."
Endamê Meclîsê Mihemed Elî Silêman jî diyar kir, gelên Kurd, Ereb, Suryanî birayên hev in û got, "Ji niha û pê ve êrîş ji ku tê bila bê, weke gelên Sûriyeyê em ê li ber rabin û li dijî dagirkeriyê têbikoşin."
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Gelên Sûriyeyê hevgirtî ne" û "Kujer Erdogan" qediya.