YPG: Dewleta Tirk êrîşî Federasyona Bakurê Sûriyeyê dike

YPG bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi ser Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de berdewam dike.

YPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên di bin navê Koalîsyona Sûriyeyê de, yên bi Federasyona Demokratîk a bi ser Rojava-Bakurê Sûriyê de daxuyaniyek da û diyar kir, êrîşên dewleta Tirk û komên çete yên di bin banê Koalîsyona Sûriyê de berdewam dikin.

Di daxuyaniye de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk 8’ê Îlonê bi çekên giran êrîş biriye bi ser gundê Hemama ya girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê.

Daxuyanî bi vî rengî berdewam dike:

“Çeteyên giredayî koalîsyona Sûriyeyê şeva 8’ê Îlonê ji çeperên xwe yên Ezazê bi topên hawan û çekên giran êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê.

Çeteyan heman şevê hewl dan êrîş bibin li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî. Hêzên me bersiv dan êrîşa ku ji milê Mesbeh hat lidarxistin. Di şerê vê herêmê de qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin.

Şeva 8’ê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin herêma ku dikeve rojavayê bajaroka Eyn Îsa.’’