BI DÎMEN

Gelê Başûr ji bo Ocalan di mîtînga Hewlêrê de tê cem hev

Îro saet 17.00’an bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şermezarkirin û azadiya wî were xwestin wê mîtîngek were lidarxistin.

Mîtînga ku ji hêla Tevgera Azadî, Tevgera Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) û Komalên Ciwan ve tê organîzekirin, wê bi beşdariya gelên ji Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Şarezor û qadên Raperînê ji Kerkûkê ber bi Hewlêrê ve bi rê bikevin pêk were. Konvoyeke ku ji dehan wesayitan pêk hatî, di têketa Hewlêrê de bi girseya ku ji Mexmûrê tê wê bigihine hev û têkevin Hewlêrê.

Têkildarî mîtîngê Hevserokê Tevgera Azadî Şîlan Şakir ji ANF’ê re axivî û got ,’’Bi mebesta şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li Hewlêrê wê mîtîngeke berfireh were lidarxistin. Ji bo Kurdan îro mijara herî girîng azadî û tendiristiya Rêberê Gelê Kurd e. Ji bo vê jî em li bendê ne ku hemû gelê me saet 17.00’an li qada mîtîngê bin.’’

Şakîr diyar kir, girseya ku ji Hewlêrê tê, li ber pira Eynkawa wê bigihijin hev, li vir piştî ku heta bi konsolosxaneya Tirkiyê meşiyan, li wir daxuyaniyekê bidin.

 

...