Asayîşê nasnameyên 2 endamên xwe eşkere kir
Navenda Ragîhandinê ya Asayîşa Rojava nasnameyên 2 endamên xwe ku şevê din di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li dijî Efrînê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
Navenda Ragîhandinê ya Asayîşa Rojava nasnameyên 2 endamên xwe ku şevê din di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li dijî Efrînê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
Asayîşa Rojava têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parvekirin:
“Di berdewamiya êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê di 7’ê îlonê de gelek nuqteyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, hêzên Asayîşê û Hêzên Erka Xweparastinê yên li gundê Sorka yê girêdayî Efrînê hatin topbarankirin. Di encamê êrîşan de 2 encamên Asayîşê ku peywirên xwe yên parastina ewlehî û aramiya herêmê bi cih tanîn gihiştin asta şehadetê.
Wekî Hêzên Asayîşê em di serî de ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û soz didin şehîdên xwe ku hetanî buhistek ji xaka Rojava mabe jî em ê rizgar bikin û rêya wan dewam bikin”
Nasnameyên endamên Asayîşê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nav û Paşnav: Meqbûlê Ebdo
Navê Dayîkê: Leman
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: El-Cumrikiyê/15’ê Îlona 1983’an
Dîroka Devlîbûnê: 6’ê Adara 2012’an
Cih û Dîroka Şehadetê: Sorka/7’ê Îlona 2016’an
***
Nav û Paşnav: Xalid Bekir
Navê Dayîkê: Hikma
Navê bav: Fexrî
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Dehak Tehtanî/18’ê Adara 1996’an
Dîroka Tevlîbûnê: 28’ê Tebaxa 2016’an
Cih û Dîroka Şehadetê: Sorka/7’ê Îlona 2016’an.