Piştî Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Şoreşger a Akademiya Dewrêşê Evdî, 33 ciwanên Êzidî tevlî refên YBŞ’ê bûn. Di merasîmê de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Rebin axivî û got; “Dixwazin bi tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo îrdaye gelê Kurd bişkînin.”
Piştî Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Şoreşger a Akademiya Dewrêşê Evdî bi dawî bû li Şengalê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Rebin, Şengal Tolhildan û ji fermandarên YJŞ’ê Yekbûn Basre amade bûn.
Ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Rebin destnîşan kir ku tevahî şervan wê di pêngava rizgarkirina Şengalê de cih bigirin.
‘DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE DIXWAZIN ÎRADEYA TEVAHÎ GELÊ KURD BIŞKÎNIN’
Rebîn bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wiha dewam kir; “Divê tevahî hevalên me bizanibin ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dixwazin îradeya tevahî gelê Kurd bişkînin.”
‘PÊNGAVA RIZGARKIRINA ŞENGALÊ DIDOME’
Rebîn anî ziman ku pêngava rizgarkirina Şengalê didome, bi bîr xist ku ji bo rizgarkirina Şengalê jî her cure perwerde, xebat û amadekarî tên kirin. Robîn herî dawî ev gotin; “Tevahî şervanên YBŞ-YJŞ’ê wê di pêngava bi temamî rizgarkirina Şengalê de cih bigirin. Her hevalekî me yê ji Akademiya Derwêşê Evdî mezûn dibe, wê di hemleyan de cihekî baş û çalak bigire. Li ser vî esasî em ji bo hemû hevalan serkeftinê dixwazin.”
Piştî axaftinan pîrozbahî hatin lidarxistin, 33 ciwanên mezûn bûn jî tevlî yekîneyên YBŞ-YJŞ’ê bûn.