Cenazeyê gerîla Andok Meryem hat veşartin
Cenazeyê gerîla Dogan Aslan ê li bejahiya Qisleyê ji ber bomberdûmanê jiyana xwe ji dest da, li Kopê hat veşartin.
Cenazeyê gerîla Dogan Aslan ê li bejahiya Qisleyê ji ber bomberdûmanê jiyana xwe ji dest da, li Kopê hat veşartin.
Cenazeyê gerîla Dogan Aslan (Andok Meryem), ku li navçeya Qisle ya Dersîmê di êrîşa hewayî ya 23'ê Tebaxê de li daristana Bezikê jiyana xwe ji dest da, nîvê şevê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Firatê ya li Elezîzê hat girtin. Cenaze birin navçeya Kop a Mûşê.
Girseya gel a li Kopê cenaze pêşwazî kir, bi maşînên zirxî pêşî lê hat girtin. Ji ber ku polîsên Tirk dest danîn ser posterên Aslan, alozî derket. Li dû vê aloziyê, girseya gel berê xwe da goristana taxê. Welatiyan darbesta Aslan danîn ser milan û li ber duayan spartin axê.
Piştî veşartina cenaze, girseya gel berê xwe da konê sersaxiyê yê li ber mala malbata Aslan hatiye vedan.