KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Qendîlê dibarînin
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin. -
Serdanên ji bo destekkirina greva birçîbûnê dewam dikin
Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Amedê, ku ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin destpê kir, di roja 7'an de ye. Serdanên ji bo çalakgeran jî dewam dikin. -
Gel li ber avahiya Erdîşê li hev dicive
Li dijî qeyûmê AKP'ê, şêniyên Erdîşê ji bo xwedî li şaredariya xwe derkevin li ber avahiya şaredairyê li hev dicivin. -
Polîsên Tirk êrîşî çalakiya protestoyî ya li Êlihê kirin
Bi sedan kes, ji bo tayînkirina qeyûm şermezar bikin li ber avahiya Şaredariya Êlihê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Gel li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dide. -
'Hevdîtina bi Ocalan re ne xêra Erdogan e, encama têkoşînê ye'
Siyasetmedarê Kurd Pencewînî destnîşan kir, ku di encama têkoşîna gelê Kurd de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê kirin û got, "Divê kes vê yekê weke xêrek Erdogan nebîne." -
'Xeteriya li ser Rêber Apo xeteriya li ser her kesî ye'
Gerîlayan gotin, ev nêzîkatiya li hemberî Ocalan tê nîşandan, ti carî ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û destnîşan kirin, ku ji bo azadiya Rêberê xwe ew ê heta dawiyê têbikoşin. -
'Em ê li dijî darbeya qeyûm a AKP'ê li ber xwe bidin'
Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser avahiyên 24 Şaredariyên DBP'yî, ku Wezareta Karên Hundir a Tirk qeyûm tayîn kir. Polîsan Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret binçav kirin. Şaredariyên DBP'yî gotin, ew ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin. -
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Bahoz Til Temir hat veşartin
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Telal Iniz (Bahoz Til Temir), ji aliyê bi hezaran kesî ve li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hat veşartin. -
Wekîlê Tevgera Goran ê Iraqê: Li gorî peymana navbera me, em bi koma YNK'ê bûn yek
Parlamenterê Tevgera Goran Emîn Bekîr destnîşa kir, ku biryara yekbûna komên tevgera wan û YNK li Parlamenta Iraqê, di çarçoveya peymana 17'ê Adarê ya navbera wan hat morkirin pêk hatiye. -
Tûncel: Tayînkirina Qeyûman ne kêmî darbeya 12'ê Îlonê ye
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel der barê tayînkirina qeyûman de daxuyaniyek da û got, tayînkirina qeyûman li şaredariyan, ne kêmî darbeya 12'ê Îlonê ye. -
Çelîk: Qeyûm li dijî vîna gel hatiye tayînkirin
Hevşaredara Artemêtanê Nûrhaya Çelîk destnîşan kir, ku berxwedana gelê Kurd a li dijî zordarî û zilma bi salan, wê dewam bike. -
Greva birçîbûnê di roja 7. de ye
Ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, 50 dildar ev 7 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ziyaretên ji bo destekkirina berxwedêran, dewam dikin. -
AKP'ê qeyûm tayînî Şaredariyên Erdîş, Qelqelî, Îpekyolû û Artemêtanê kir
AKP'ê qeyûm tayînî Şaredariyên Erdîş, Qelqelî, Îpekyolû û Artemêtan ên Wan kir. Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser van şaredariyan. -
AKP'ê qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê kir
Dewleta AKP'ê qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê kir. Piştî vê tayînê, gelek polîsên Tirk dor li avahiya şaredariyê girtin. -
Çete bombeyan li Cindirêsê dibarînin
Çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' û El Nûsra bi katyûşa davêjin navçeya Cindirêsê ya Efrînê. -
Tevî kurê xwe yê 5 mehî hat girtin
Leyla Eleftos ku bi wesîleya cejnê xwest ji Amedê biçe cem xizmên xwe yên li Mêrdînê, tevî kurê xwe yê 5 mehî Baran hat binçavkirin. Eleftos û kurê wê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. -
Bahadir Altan: Ev 35 sal in dewlet heman şaşitiyê dubare dike
Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan diyar kir, berê tivingên bi bacên gelê Kurd hatine kirîn bi salan e li gelê Kurd e û got, "Ev 35 sal in dewlet heman şaşitiyê dike." Altan xwest, mirovên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, edî vê rastiyê bibînin. -
Gelo PDK bi gelê Kurd re ye, yan jî alîgirê dewleta Tirk e?
Hevserokên Şaredarî û Meclîsa Gel a Mexmûrê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan, ku çalakiya li Hewlêrê ya li dijî tecrîdê asteng kir û pirsa "Tu bi gelê Kurd re ye, yan jî alîgirê dewleta Tirk e?" li PDK'ê kirin. -
Qeymeqam Şahîn weke qeyûm li şaredariya Kopê hat tayînkirin
Hikûmeta AKP'ê qeymeqamê Tirk Omer Şahîn bi rengekî fermî weke qeyûm tayînî Şaredariya Kopê ya DBP'yî kir. -
Li dijî dagirkeriyê bûn yek deng
Çalakiya li ser sînorê Efrîn û Bakûrê Kurdistanê di roja sêyemîn de dewam kir. Çalakvanan bi yek dengî got “Qatil Erdogan”. -
Ji gelê Çiyayê Kizwanan li dijî dagikeriyê meş
Bertekên gelên Sûriyeyê yên li dijî dagirkirina hêzên Tirkiyeyê û êrîşên wan her ku diçe mezin dibe. Gelê Çiyayê Kizwanê, bi meşa li gundê Garra êrîşên dagirkerinê yên dewletaTirk protestokirin. -
Ji bo berxwederên girêva birçîbûnê bernameya moraldayinê hate çêkirin
Hunermend Xêro Abbas û lîstikvanê DBBŞT’ê berxwedêrên girêva birçîbûnê yên li Amedê ziyaret kirin. -
PDK’ê rêxistina mafê mirovan a Kurd girt
Buroya Rêxistina Mafê Mirvan a Kurd a Hewlêrê girt.Rê neda ku heyeta ziyaretê ya girêdayî rêxistinê jî biçin Şengalê. -
Hunermendên MKM’ê berxwederên girêva birçîbûnê ziyaret kirin
Hunermendên MKM’ê gotin huner tenê di nav şertên azadî û aştiyê de dikare were pêkanîn û ji bo vê jî xwestin ku bi Ocalan re hevdîtin pêk were û wiha gotin, ‘’Em bang li hunermendên Kurd, demokrat, welatperwer dikin ku têkoşînê bikin.’’ -
Bi qeyûma hewl tê dayîn ku dest danin ser vîna gel
Wekîlê Hevserokê Şaredariya Kopê Arafat Kardagî diyar kir ew qeyûma ser şaredariya wan qebûl nakin û got: ‘’Werin li şaredariyên ku wê qeyûmê bînin ser wan, em hilbijartina zûwext bikin. Em ê bibînin bê ka gel ji kê ne xweş e’’