'Em ê li dijî darbeya qeyûm a AKP'ê li ber xwe bidin'

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser avahiyên 24 Şaredariyên DBP'yî, ku Wezareta Karên Hundir a Tirk qeyûm tayîn kir. Polîsan Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret binçav kirin. Şaredariyên DBP'yî gotin, ew ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser avahiyên 24 Şaredariyên DBP'yî, ku Wezareta Karên Hundir a Tirk qeyûm tayîn kir. Polîsan Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret binçav kirin. Şaredariyên DBP'yî gotin, ew ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin.

COLEMÊRG

Yek ji du bajarên qeyûm lê hatin tayîn kirin Colemêrg e. Polîsên Tirk danê sibehê dor li avahiya şaredariyê girtin û piştre avêtin ser avahiyê. Lêgerîna polîsan a li avahiyê dewam dike. Di dema serdegirtinê de polîsan ala Tirkan bi avahiyê ve kirin. Alîkarê Hevşaredaran Mîkaîl Erdal û Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Asim Ozcan hatin binçavkirin.

ÊLIH

Piştî ku Alîkarê Waliyê Tirk ê Êlihê weke qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, polîsên Tirk ketin nava avahiya şaredariyê û parlamenter, parêzer û rêveberên partiyê yên nobed digirtin bi lêdanê derxistin derve. Rêxistinên HDP û DBP ên Bajêr bang li gelê Êlihê kir, ku bên ber avahiyê û  xwedî li vîna xwe derkeve.

KERCEWS

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariya Kercewsê. Hevşaredar Zeynep Koyûncû û Abdulkerîm Demîr dan xuyakirin, ku ew ê bi ti awayî qeyûm nas nekin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Hevşaredaran bang li gel kirin, ji bo xwedî li vîna xwe derkeve.

QUBÎN

Li navçeya Qubînê jî polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser şaredariyê û nahêlin kes xwe nêzî avahiya şaredariyê bikin.

ÎKÎK KOPRU

Polîsên tîmên taybet ên Tirk danê sibehê ketin nava avahiya Şaredariya Îkîkopru û ala Tirkan bi avahiyê ve kirin. Gel li dora avahiya şaredariyê li hev civiya ye. Hevşaredar Hîdayet Tîryakî ragihand, ew ê qeyûm nas nekin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê tîmên taybet û polîsên dewleta Tirk avêtin ser malan û Hevşaredar Leyla Îmret û Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz de girtin bi hinceta, 'endamên rêxistinê ne' ew xistin bin çavan. Her wiha Endamê Meclisa Partiyê yê DBP'ê Yunus Durdu ku ew jî li mala Îmret bû hat binçavkirin. 

Hat hînbûn ku Îmret, Durdu û Akdenîz li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin û destûr nayê dayîn ku ew bi parêzer an jî malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

SILOPIYA

Polîsên dewleta Tirk danê sibehê bi maşînên zirxî dor li avahiya Şaredariya Silopiyayê girtin û hê li avahiyê lêgerînê dikin.

NISÊBÎN

Polîsên Tirk ên serê sibehê avêtinser Şaredariya Nisêbînê, xebatkar ji avahiyê derxistin. Avahiya şaredariyê hê ji laiyê polîsan ve dorpêçkirî ye.

ŞEMREX

Qeymeqamê Tirk ê li Şemrexê weke qeyûm tayînî Şaredariya navçeyê hat kirin. Polîsên tîmên taybet ên Tirk dor li avahiya şaredariyê girtine.

DÊRIK

Polîsên Tirk danê sibeê avêtin ser avahiya Şaredariya Dêrikê û nahêlin xebatkarên şaredariyê bikevin hundir.

KERBORAN

Yek ji şaredariyên qeyûm lê hat tayînkirin Kerboran e, ku avahiya wê ji danê sibehê ve ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.

SÛR

Piştî ku qeyûm li Şaredariya Sûrê hat tayînkirin, dewleta Tirk bi 30 maşînên zirxî pêşî li avahiya şaredariyê girt, bendên ji hesin li dora avahiya şaredariyê danî û nahêle kes xwe nêzî avahiya şaredariyê bike. Alîkarê Waliyê Tirk ê li Amedê weke qeyûm hatiye tayînkirin.

FARQÎN

Qeymeqamê Tirk ê li Farqînê Mûrat Kutuk weke qeyûm li Şaredariya navçeyê hat tayînkirin. Polîsên Tirk ji danê sibehê ve dor li avahiya şaredariyê girtine. Li navçeyê xetên GSM û înternetê hatine birîn.

DIHÊ

Li Şaredariya Dihê ya Sêrtê jî, Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê weke qeyûm hat tayînkirin. Polîsên Tirk bi gelek maşînên zirxî gor li avahiyê girtine û lêgerînê dikin.

KOP

Li navçeya Kop a Mûşê, piştî ku avahiya şaredariyê bi bendên ji beton duh êvarê hat girtin, îro qeyûm hat tayînkirin. Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê Omer Şahîn tevî polîsan ket avahiya şaredariyê. Destûr nayê dayîn kes bikeve nava avahiya şaredariyê.

PIRSÛS

Polîsên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariya Pirsûsê, ku qeyûm lê hatiye tayînkirin. Polîsan û Alîkarê Waliyê Tirk xwestin hewl dan bi zorê xebatkarên şaredariyê yên li avahiyê nobed digirtin derxînin derve. Ji ber ku xebatkaran li ber xwe dan, hêzên dewletê vê carê dest bi binçavkirinê kirin. Tevî xebatkarekî paqijiyê 3 kes hatine binçavkirin. Gel li dora avahiyê li hev civiya ye.

ÎPEKYOLÛ

Li navçeya Wan Îpekyolû, polîsan danê sibehe bi maşînên zirxî dor li avahiya şaredariyê girtin û niha li avahiyê lêgerînê dikin. Alîkarên Hevşaredar û xebatkarên şaredariyê jî niha li avahiyê ne.

ERDÎŞ

Polîsan danê sibehê avêtin ser avahiya Erdîşê ya Wanê. Li dijî vê desteserkirinê gel li ber avahiyên DBP û HDP'ê li hev civiya.

QELQELÎ

Polîsên dewleta Tirk serê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariya Qelqelî ya Wanê. Gel li ber avahiyên DBP'ê û HDP'ê li hev dicive. Tê payîn daxuyaniyek were dayîn.

ARTEMÊTAN

Li avahiya Şaredariya Artemêtanê jî, lêgerîna polîsan a li nava avahiyê dewam dike. Gel jî li dora avahiya HDP'ê kom bûye. Tê payîn daxuyaniyek were dayîn.

GIYADÎN

Polîsên Tirk derî û camên avahiya şaredariya Giyadînê ya Agirî şikandin û ketin hundir. Rêxistinên HDP û DBP'ê bang li gel kirin, ku li ber avahiya şaredariyê li hev bicive.

XINÛS

Li navçeya Xinûs a Erzîromê, Qeymeqamê Tirk Bulent Ay weke qeyûm hat tayînkirin.

TOZAN

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariya Tozan a Îdirê û li hemû odeyan hêzên xwe yên ewlekariyê bi cih kir.

XOŞXEBER

Bajarokê Xoşxeber jî ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.