KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
10 şervan li Qamişloyê bi merasîmekê ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birêkirin
10 şervanên ku di berxwedana Şedadê û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dan, li Qamişloyê bi awayekî girseyî ber bi bêdawîtiyê ve hatin verêkirin. -
Başûrî nema baweriya xwe bi hikûmetê tînin
Halepçeyî êdî bawer nakin ku wê krîza Başûrê Kurdistanê ji hêla hikûmetê bê çareserkirin. -
Li Tendurekê artêşa Tirk derbên giran xwar
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî qereqola Teperîz a li Tendurekê çalakiyek berfireh hatiye lidarxistin. Hate destnîşankirin ku di vê çalakiyê de gerîla çûne ser termê zêdetirî 30 kontra û leşkeran. -
YPS'ê nasnameyên 9 endamên xwe yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê nasnameyên 6 endamên xwe yên li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan û 3 endamên xwe yên li Wanê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Abdulhakîm li Kerkûkê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Erdal Sorxwîn (Senger Abdulhakîm) ê li bajarê Silûk ê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li Kerkûkê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Li Tendurekê zêdeyî 30 leşker û kontra hatin kuştin
Kontra û leşkerên Tirk ên li Tendurekê derketin operasyonê, bûn hedefa gerîlayên HPG'ê. Di çalakiya li vir de, li gorî agahiyên destpêkê zêdeyî 30 kontra û leşker hatine kuştin. -
Li Dîlokê erd hejiya
Li Dîlokê danê vê sibehê bi dijwariya, 4.0 û 2.0 erd hejiya. -
Nexweşxaneya Zayînê li Kobanê hat vekirin
Di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de, Nexweşxaneyeke Zayînê ji aliyê sazî û rêxistinên alîkariyê ve hate vekirin. -
Cenazeyên 12 cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 12 cangoriyên azadiyê, ku di demên cuda de li Şedadê û Minbicê jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. Bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. -
YPG û YPJ bi rengekî canbexşane şer kirin
Çeteyên DAIŞ'ê yên di nava meha Hezîranê de çekên giran li dora Kobanê civandin, dest bi êrîşa herî berfireh dikirin. Lê wê li hemberî xwe artêşek ji fedayiyan bidîta, ku ev artêş tevî derfetên kêm jî bê tirs û fikar xwedî li gel û axa xwe derdiket. -
Serçeteyê berpirsê deriyê sînor ê Cerablûsê hate kuştin
Çeteyên ku dewleta Tirk/AKP destekê dide wan, li Cerablûsê ketin qirika hev, hate ragihandin ku Serçeteyê berpirsê deriyê sînor ê Cerablûsê hate kuştin. -
Li Nisêbînê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dema ku Mehmet Saît Malak (48) yê ku mala wî li Taxa Yenîşehîr a ku bi têlah hatibû pêçand derket derve, di encama teqîna heyberekî nediyar jiyana xwe ji dest da. -
Li Colemêrgê avêtin ser avahiya DBP’ê ya Bajêr: 20 kes hatin binçavkirin
Polîsan li Colemêrgê avêtin ser avaiha DBP’ê ya ku li dijî qeyûman greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dabûn destpêkirin, 20 kes hatin binçavkirin. -
Artêşa Tirk 2 ciwan bi êşkenceyê birîndar kirin
Dema ku 2 ciwanên ji Kantona Efrînê xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin girtin û hatin êşkencekirin. -
Gerîlayên HPG’ê çalakiyên bi bandor didomînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku çalakiyên gerîla li bakurê Kurdistanê bi berfirehî dewam dikin. -
Awazên Çiya li Rojava konser da
Koma muzîkê ya Awazên Çiya, piştî Şengalê derbasî Rojava bû, ji bo hêzên YPG,YPJ, Asayîz û Erka Xweparastinê konserek da. -
YPS: Li Silopiyayê 12 POH hatin kuştin, 5 POH jî birîndar bûn
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di 9’ê Îlonê de ku çalakiya sabotajê ya li dijî nuqteya kontrolê ya polîsan hatibûn lidarxistin,12 POH hatin kuştin û 5 POH jî hatin birîndarkirin. -
Li Giwêrê ji ber êrîşa çeteyan şerekî giran diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê ji roja duyemîn a cejna Qurbanê û vir ve êrîşeke giran dibin ser bajarokê Giwêrê yê Mexmûrê. Hêzên artêşa Iraqê û balafirên koalîsyonê bersivê didin êrîşan. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Sorxwîn şandin Başûrê Kurdistanê
Bi sedan kesî cenazeyê şervanê YPG'ê Erdal Sorxwîn ê li Silûkê jiyana xwe ji dest da, di Deriyê Sînor ê Sêmalka re şandin Başûrê Kurdistanê. -
'Berxwedana Kobanê bingeha sîstema federal û siberoja Sûriyeyê ye'
Hevserokê Desteya Rêveber a Kobanê Enwer Muslim destnîşan kir, ku berxwedana Kobanê bingeha sîstema federal û siberoja Sûriyeyê ye û diyar kir, ew ê şopdarên vê xetê bin. -
Li Silêmaniyeyê qeza trafîkê: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li ser rêya navbera Seyîdsadiq û Şarezûrê qezayeke trafîkê rû da. Di bûyerê de 2 wesayît li hev qelibîn û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Şandeya DYA'yê hat Başûrê Kurdistanê
Şandeya DYA ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blînken gihîşt Başûrê Kurdistanê. -
Fermandariya HPG'ê ya Zagrosê milîs Mam Reşît Kînyaniş bibîr anî
Fermandariya HPG'ê ya Zagrosê got, "Di êrîşa artêşa Tirk a li gundê Kînyaniş a herêma Ertûşê de, welatparêzê me yê hêja Mam Reşît (Reşît Arar) tevlî karwanê şehîdan bûye." -
Derba destpêkê ji mawîzera Kurdan li DAIŞ'ê ket: Berxwedana Kobanê 2 sal li dû xwe hişt
DAIŞ'ê êrîşa xwe ya destpêkê ya li dijî Kobanê, di salvegera yekemîn a şoreşê de, di 20'ê Tîrmeha 2013'an de pêk anî. Di 15'ê Îlona 2014'an de jî mezintirîn pêla êrîşan a dîroka xwe da destpêkirin. Lê belê derba herî giran xwar û ji Kobanê reviya. -
Li dijî tûgaya Çelê çalakî
Gerîlayên HGP’ê li dijî tûgaya Çelê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de, di depoya benzînê de şewat derket.