Li Tendurekê artêşa Tirk derbên giran xwar

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî qereqola Teperîz a li Tendurekê çalakiyek berfireh hatiye lidarxistin. Hate destnîşankirin ku di vê çalakiyê de gerîla çûne ser termê zêdetirî 30 kontra û leşkeran.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “AKP rêxistinbûneke welê ye, ku ji sala 1938'an û vir ve, komkujiyên herî giran li Kurdistanê dike, mora xwe daniye binê biryara hilweşandina bajarên me, bi rengekî bêperwa qirkirina siyasî li Kurdistanê dike, vîna gelê me binpê dike û bênavber êrîşî Rêberê Gelê Kurd û hemû nirxên gelê Kured ike. Veguheriye desthilatdariyeke welê ku qîma xwe bi van êrîşan jî nîne û nîjadperestî, qetlîamkerî û dijminatiya xwe ya li Kurdan, li derveyî Tirkiyeyê jî li dijî Kurdan weke siyasetekê dimeşîne. Divê ti Kurdistanî û ti demokrat li pişt û li kêleka van komkujiyên AKP'ê yên li Kurdistanê nesekinin. Ti Kurdê xiyanet li rastiya xwe nekiriye, divê cihê xwe di nava vê partiyê de negire. Cihgirtina di nava vê siyaseta komkujiyê ya AKP'ê de, tê wateya gunehkariya li Kurdistanê. Her mirovekî bi rûmet û Kurdistaniyek, lazim e li dijî vê siyaseta zilmê ya AKP'ê bêdeng nemîne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  bal kişand ku bi taybetî, Kurdistaniyên di nava vê siyaseta bêperwar ya li dijî gelê Kurd de cih digirin zanibin, ew xiyanetê li gelên xwe dikin û têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin:

‘AHMET BÛDAK JI BO TEVAHÎ KURDISTANIYÊN DI NAV AKP’Ê DE HIŞYARÎ YE’

“Roja 14'ê Îlonê, Ahmet Bûdak ê li Şemzînanê bû hedefa hêzên me yên gerîla û hat cezakirin, hişyariyek li hemû Kurdistaniyên di nava AKP'ê de ye. Hemû mirovên me yên naxwazin bibin hevparê van komkujiyên AKP'ê, lazim e xwe ji nav wan vekişînin. Pêwîste xwe ji vê zîhniyeta qetlîamker a AKP'ê vegirin. Yên ku vê nekin û bibin aliyekî şer û komkujiyan, wê her tim di hedefê de bin.

Tîma me ya gerîla ya çalakî pêk anî, bi rengekî serketî vegeriya baregehên xwe. Medya şerê taybet der heqê vê tîma me de nûçeyên derew diweşîne.

‘ARTÊŞA TIRK LI ŞEMZÎNANÊ DEST BI OPERASYONÊ KIR’

Êvara 15'ê Îlonê artêşa TC li gundên Meleyan, Dêman, Tisê û Tuyê yên Şemzînanê dest bi operasyoneke berfireh kir. Agahiyên li ser vê operasyonê wê piştre bên eşkerekirin.

ARTÊŞA TIRK LI TENDUREKÊ DERBEYA GIRAN XWAR

15'ê Îlonê li dijî qereqola Teperîz a li herêma Tendurek a Agiriyê, çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin. Hêzên me di vê çalakiyê de çûne ser zêdeyî 30 cenazeyên kontra û leşkeran. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê, kengî bi dest ketin wê bi raya giştî re werin parvekirin.

LI LICÊ ÇALAKÎ

15'ê Îlonê saet di 14:30 de, hêzên me li dijî qereqola Korxê ya navçeya Licê ya Amedê çalakiyek lidar xistin. Hêzên me bi çekên RPG-7 li nîzamiye, mewzî û avahiya qereqola Korxê xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vir zelal nebû.

Gerîlayên me saet di 22:30 de li dijî leşkerên li ser girê Pûneyin ê li Licê bi cih bûbûn, çalakiyek bi bandor lidar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar a li vir nehat zelakirin. Saet di navbera 23:00-00:00 de gerîlayên me li ser rêya Amed-Çewlikê kontrola rê kirin û nasname kontrol kirin.

LI ELBAKÊ LI DIJÎ YEKÎNEYÊN KONTRA ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Xebat Aktepe de, 15'ê Îlonê saet di 06:00 de hêzên me li ser rêya Avareş-Yenî Kopru ya navbera navçeya Elbak a Wanê û bajarê Colemêrgê, li dijî yekîneyên kontra yên kontrola rê dikirin çalakiya sabotajê pêk anîn. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.

Êvara 15'ê Îlonê, hêzên me li herêma Şerefxan a Wanê li dijî stasyona bazê ya înternetê ya li gundê Xecesorê çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de stasyon îmha bû.

Roja 15'ê Îlonê saet di 10:20'an de leşkerên li dora wesayîteke ku malzeme dibir ji qereqola Hêrwiz a Bedlîsê lihev civiya bûn, bûn hedefa hêzên me. Li vir 2 leşker hatin kuştin. Hêzên me di heman demê de li kûle, kon û mewziyên li nava qereqolê jî xistin. Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar a li vir, zelal nebû.

LI ÇELÊ LI DIJÎ LEŞKERAN ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

15'ê Îlonê saet di navbera 08:30-16:00 de hêzên me bi çekên giran li leşkerên artêşa TC ên li girê Şehîd Cîhat ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, xistin. Lê hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn, zelal nebû. Heman rojê saet di 11:00 de li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Cahît çalakiyên sûîqestê hatin kirin. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

16'ê Îlonê saet di 08:30 de, hêzên me li dijî 2 leşkerên ji bo obusan bavêjin li qereqola Êrîşê di nava liv û tevgerê de bûn, çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerek mir.

Roja 15'ê Îlonê saet di 05:45'an de balafirên şer bombe li girê Çeko yê li Çelê barandin.

9'ê Îlonê saet di 16:30 de, tîmeke me ya gerîla ku li dora zozanên Hinzir ên li Dîlok-Îslahiyeyê bi erka xwe radibû, li leşkeran rast hat û li vir şer derket. Gerîlayê me yê bi navê Şervan ê li vir ji tîma xwe qut bû, şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd, wê piştî demeke kurt bê eşkerekirin."