Başûrî nema baweriya xwe bi hikûmetê tînin
Halepçeyî êdî bawer nakin ku wê krîza Başûrê Kurdistanê ji hêla hikûmetê bê çareserkirin.
Halepçeyî êdî bawer nakin ku wê krîza Başûrê Kurdistanê ji hêla hikûmetê bê çareserkirin.
Halepçeyiyan bal kişandin ser krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê ku 2 sal in her ku diçe kûrtir dibe, diyar kirin ku hikûmet wê çareseriyan pêş nexe.
Welatiyê bi navê Eyup Nebî wiha axivî; “Mixabin, li vî welatî hikûmet xwedî li sozên xwe dernakeve. Sedema esasî ya vê krîza aborî jî partî ne. Hikûmet û aliyên siyasî di gelek milan de sozên çareseriyê dan. Lê, heta niha jî ti sozên xwe pêk neanîne.”
‘DIVÊ BÊDENGÎ NEBE’
Ahmed Tencyar jî got baweriya gel a ji bo hikûmetê demek dirêj e şikestiye, wiha dewam kir; “Hikûmet ti sozên xwe bi cih nayne. Krîza li herêmê her ku diçe hê mezintir dibe. Lê mixabin, ev krîz giştî bi zanebûn hatin afirandin. Sedema vê jî şerê desthilatdariyê ya mabeyna aliyên siyasî ye.”
Salman Saîd jî destnîşan kir ku krîza siyasî û aborî demek dirêj e gel ber bi neçariyê ajotiyê, xwest ku li beramberî vê dengê xwe rakin. Saîd wiha anî ziman; “Êdî welatî bawer nakin ku hikûmet û aliyên siyasî çareseriyekê pêş bixihn. PDK û YNK’e yên ku bi salan e keda gel xesp kirin, dahatû ji bo xwe girtin jî berpirsên sereke ne.”