Li Giwêrê ji ber êrîşa çeteyan şerekî giran diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê ji roja duyemîn a cejna Qurbanê û vir ve êrîşeke giran dibin ser bajarokê Giwêrê yê Mexmûrê. Hêzên artêşa Iraqê û balafirên koalîsyonê bersivê didin êrîşan.
Çeteyên DAIŞ'ê ji roja duyemîn a cejna Qurbanê û vir ve êrîşeke giran dibin ser bajarokê Giwêrê yê Mexmûrê. Hêzên artêşa Iraqê û balafirên koalîsyonê bersivê didin êrîşan.
Çeteyên DAIŞ'ê ji duh ve êrîşeke giran dibin ser bajarokê Giwêrê yê Mexmûrê.
Hêzên artêşa Iraqê û balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, bersiva van êrîşan didin.
Tê gotin, di encama bersiva hêzên Iraqê û bomberdûmana balafirên şer ên koalîsyonê de gelek çeperên çeteyan hatine rûxandin û hejmarek ji çeteyan hatine kuştin.
Şerê li herêmê, ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê qewimî, hê dewam dike.
Di vê navberê de artêşa Iraqê ev du roj in li hemberî navçeya Al Shîrqat a Mûsilê, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, operasyoneke berfireh dimeşîne.
Li vê herêmê şerekî dijwar diqewime.