Cenazeyê şervanê YPG'ê Abdulhakîm li Kerkûkê hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Erdal Sorxwîn (Senger Abdulhakîm) ê li bajarê Silûk ê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li Kerkûkê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Senger Abdulhakîm ê li bajarê Silûkê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, piştî ku 10 rojan li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat sekinandin, duh di ser Duhokê re gihandin bajarê Kerkûkê.

Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Azadî ay Kerkûkê, cenazeyê Abdulhakîm birin mala malbatê û li dû nimêja li ser cenaze, li goristana bajêr Rahîmawa hat veşartin.

Di merasîma cenaze de ji Komîteya Şehîdên PKK'ê yên Başûrê Kurdistanê Beyan Ferec, Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, Nûnerê PYD'ê Şêx Bedir, ji Fermandarên YJA-Starê yên li Kerkûkê Bêrîtan Rûken û li ser navê malbatê bavê Abdulhekîmê axivîn.

Beyan Ferec got, "Dijminên me her roj planan li ser Kurdistanê çêdikin. Eger Şehîd Erdal û hevalên wî nebûna, em ê nikarîbûn bi rengekî azad li ser vê xakê bijiyan. Ez ji vê derê careke din bang dikim; divê derhal Kongreya Neteweyî pêk were. Hem ji bo xwedîderketina li bîranînên şehîdên xwe, hem jî ji bo şikandina êrîşên li ser welatê xwe, lazim e em bi rengekî hevgirtina neteweyî tevbigerin."

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir jî got, "Şehîd Erdalan serê gelê Kurd bilindtir kirine. Ji ber ku ew nûnerên azadiyê ne. Ciwanên Kurd li Kerkûkê, Minbic, Kobanê, Mahabad û Amedê têdikoşin. Rêya van hevrêyan rêya gelê Kurd e. Ji vê derê em careke din soz didin, em ê xwedî li bîranîna wan derkevin."

Ji Fermandarên Hêzên YJA-Starê yên Kerkûkê Bêrîtan Rûken wiha axivî: "Weke fedayiyên Rêber Apo, heta ku em vî gelî azad bikin, em ê rojekê jî li şûna xwe rûnenên. Hêviya Şehîd Erdal û hevalên wî wê ti carî nîvco nemînin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê li ser rêy wan, serketinê misoger bikin."

Li ser navê PYD'ê Şêx Bedir jî da xuyakirin, ku Kurdan gelek keç û xortên xwe ji bo azadiya vê xakê feda kirine û got, "Ya ku dikeve ser milê me jî, temsîlkirina doza wan e."

Bav Abdulhekîm jî got, "Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Çar kurên min hene. Di oxira vî welatî û azadiya gelê xwe de, eger pêwîstî pê hebe ez amade me wan ber bi şehadetê ve bi rê bikim."

Di vê navberê de, girseya gel nerazîbûn nîşanî çapemeniya PDK'ê da û ji ber ku nûçeyên derewîn li ser Rojava çêdike, ev saziya çapemeniyê ya PDK'ê ji cihê merasîmê derxist. Li ser vê yekê qenala K24 a PDK'ê nerazîbûna ciwanên Kerkûkî bi gotina 'YPG'ê em ji herêmê derxist' nîşan da.

 

...