YPS'ê nasnameyên 9 endamên xwe yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê nasnameyên 6 endamên xwe yên li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan û 3 endamên xwe yên li Wanê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku ajanekî çeteyên qesrê yê bi navê Eser Çarçûr li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye cezakirin.

Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Nasnameyên 6 endamên me yên di berxwedana Şirnexê de ji 25'ê Nîsanê û vir ve me agahî ji wan nedigirt û şehadeta wan nû zelal bû, bi vî rengî ne:
Botan Besta / Haci Ustek / Zeynep - Mehmet / Şirnex
Dijwar Amed / Mehmethan Yildiz / Îpek - Alî Îhsan / Amed
Dilsoz Tolhildan / Yuksel Abûkan / Rizbar - Sadûllah / Wan-Şax
Kawa / Mizhab Unal / Kesîre - Resûl
Sarya Herekol / Necla Sîvîl / Meryem - Gurgîn
Rûbar / .... Adiguzel / Sêrt

WAN

Endamê me yê ku di 13'ê Hezîranê de li Wanê pê hesiya ku ji aliyê polîsan ve tê şopandin li dijî polîsan şer dike. Endamê me yê di vî şerî de şehîd bû nasnameya wî bi vî rengî ye:

Andok Serhad / Mehmet Emîn Ocer / Tirkan - Razmana / Îzmîr / Dem û cihê şehadetê: 14'ê Hezîranê - Wan/Artemêtan

Roja 11'ê Îlonê di operasyona çeteyên qesrê ya li Wan/Îpekyolû-Şehît Firat-Karşiyaka de, 2 endamên me şehîd bûn. Nasnameyên endamên me yên şehîd bûn, ev in:

Rêber Rojhat / Bariş Kara / Feleknas - Mecît / Wan - Şax
Çekdar Wan / Rafik Bîlekçî / Lutfiye - Îlhan / Wan

MÊRDÎN

Li navenda navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, êvara 13'ê Îlonê ajanekî bi navê Eser Çaçûr ê ku hewl dida karê nobedarkiriyê ku çeteyên qesrê belav bike û bi nirxên têkoşînê yên gelê me dilîst, ji aliyê yekîneyên me ve hat cezakirin.

COLEMÊRG

Li navenda Colemêrgê, êvara 14'ê Îlonê saet di 10:00 de li taxa Mezranê yekîneyên me kontrayek hedef girtin. Ev kontra birîndar bû. Navê vî kontrayî Hamît Ozturk e."