'Berxwedana Kobanê bingeha sîstema federal û siberoja Sûriyeyê ye'

Hevserokê Desteya Rêveber a Kobanê Enwer Muslim destnîşan kir, ku berxwedana Kobanê bingeha sîstema federal û siberoja Sûriyeyê ye û diyar kir, ew ê şopdarên vê xetê bin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Kobanê Enwer Muslim ji ANHA'yê re axivî û got, piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê gelê Kobanê saziyên xwe ava kiriye û dest bi rêvebirina xwe kiriye.

Muslim da xuyakirin, ku vî parçeyê biçûk ê Kurdistanê bala tevahiya Sûriyeyê kişandiye ser xwe û got, "Kesên ji demokrasiyê, xweseriyê û wekheviyê hez nakin, qebûl nekirin ku xelkê Rojava-Bakurê Sûriye sîstemeke demokratîk ava bikin. Ji ber wê jî digotin ku Kobanê bixînin, tecrûbeya 19'ê tîrmehê û rêveberiya xweser bixînin. Ya din jî îradeya Kurdan di hundirê Kobanê de teslîm bikin. Hêza YPG'ê li hember van êrîşan bi ser ket."

Muslim ragihand, gel û şervanên Kobanê bi berxwedaneke mezin bersiv dane êrîşan û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Bi wê berxwedanê pêşketinên şoreşa 19’ê tîrmehê û tecûbeya Rêveberiya Xweser ku veşartîbû ji tevahî cîhanê re hat zelalkirin. Tevahî cîhanê dîtin ku hêzeke parastinê ku YPG’ê ye, heye. Ev jî hem axa xwe û hem jî sivîlan diparêze. Berxwedana vê hêzê li hember DAIŞ`ê ku bi rojan Mûsil û Reqa bi dest xwe xist, balkişand. Ev yek di aliyê leşkerî de destkeftiyek bû. Tecrûbeya YPG`ê îsbat kir ku ew hêzeke mirovahî ye.

Di aliyê diplomatîk de jî çav li Rojava vebûn û saziyên ku hatine avakirin bi bajarên Sûriye ku lê koçberî û wêrankirn heye re hatin hevrûkirin. Ji ber vê hat dîtin ku li vir saziyên civaka sivîl tên pêşxistin. Berxwedana Kobanê di aliyê netewî de jî Kurd gihandin hevdu. Cara yekem di dîrokê de piştî bangawaziyên ji bo pêkanîna Kongireya Netewî ya Kurdî  li ser axa Kobanê yeketî pêk hat. Ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê yên ji Bakur, Başûr Rojhilat berê xwedan Kobanê û cihê xwe di vê berxwedana dîrokî de girtin. Her wiha di Rojava de hersê  kantonan piştgirtiya hevdu kirin. Ev di aliyê netewî de bû hêviyek ku di pêşerojê de pêwîste Kongireya Netewî pêk were.

Di aliyê civakî de jî gelê Kobanê DAIŞ qebûl nekir. Tevî ewqas ziyanên li Kobanê çêbûn, lê xelkê wê bi serbilindî xwedî li axa xwe derketin û li  hember êrîşan li ber xwe dan. Bi vê yekê jî jiyaneke nû destpê kirin. Beriya Kobanê li Şengalê komkujî pêk hat. Her wiha li ser Cizîrê û Efrînê, Kobanê û  herî diwiyê li Bakurê Kurdistanê jî çêbûn. Ev peyameke ku divê Kurd kongireya xwe ya netewî li dar bixin. Berxwedana Kobanê bi destekdayîna Kurdan bi serket. Tevî ku beşek biçûk ji Kurdan li pêşiya Kongreya Netewî dibin asteng lê , her çar aliyên din ên welat bi lidarxistina kongreyê re  ne. Di çi şert û mercan de dibe bila bibe, divê Kurd, Kongreya xwe çêbikin û qedera me nekeve destê hin aliyan. Ji bo ku komkujî li Kurdistanê çênebin. Divê hêzeke kurdistanî hevbeş çêbibe."

Muslim da zanîn, li Kobanê îspat bûye ku jiyaneke hevpar dikare bê bidome û ragihand, jin, ciwan û extiyarên ji gelek netewe û baweriyan tevlî berxwedanê bûn.

Muslim got, "Ji bo Sûriyê rengê navendî ku ji Şamê ve partiyek, netewek an jî zimanek desthilatdariyê bike, nema. Pêwîstî bi projeyeke berfereh ku bê qebûlkirin hebû. Ew proje jî federalî ye. Federalî li ser bingehê ku em weke netew bi hevre bijîn. Çi Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkes, Êzidî, Misilman û Xiristiyan bi hev re wekev bijîn. Wê projeya Federaliyê li Bakurê Sûriye pêk were û wê pêşeroja Sûriye Sîstema Fedral be.

Muslim di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku gelê Minbicê gelekî êş kişandiye û got, "Bangewaziyên wan ji bo tevahî cîhanê û Sûriye jî hebû. Piştî ku meclîsên leşkerî û sivîl ên Minbicê hatin avakirin. Piştgirtî ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê hat xwestin.

Ji ber ku xelkê Minbicê bi QSD`ê re bûn û mesaja ji Kobanê re şandin bersiva wan hat dayîn, Minbic hat rizgarkirin. Çima Cereblus hat dagirkirin? Em tevahî dizanin ku DAIŞ`ê ji Ewropa tê di riya Tirkiye re derbasî Sûriye dibe û şerê Rojava dike. Dema ku Minbic hat rizgarkirin, hêdî hêdî riya DAIŞ`ê tê girtine. Çima hikûmeta AKP`ê piştgirtî da DAIŞ`ê? Ji ber ku li cem Tirkiye fobiya Kurdî, tirsa ku Kurd mafê xwe bi dest bixin, heye.

Ji ber vê yekê dibêjin em ê Cereblus, El-Raî û Mari dagir bikin. Dewleta Tirk di 24`ê mehê de ket Cereblusê. Beriya 500 sal di heman rojê de şerê Merc Dabiq hebû. Ev peyamek ji Tirkiye bû ku ew ê dîsa Rojhilata Navîn bixin bin destê xwe. Wek Rêveberiya Xweser em ketina Tirkiye ya axa Sûriyê, dagirkerî dibînin.

Divê hêzên navnetewî zextê li Tirkiye bikin, ji bo ku ji axa Sûriye derbikeve. Wek xelkê Sûriye em tekoşînê bikin heta ku em digihêjin asta fedralî li Bakurê Sûriye pêk were û xelkê me jiyanek azad û aştiyane bijî. Em ê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û federal jî têkoşînê bikin.

Berxwedana Kobanê ji bo Sîstema Federal û pêşeroja Sûriye ji me re bû bingeh. Berxwedana Kobanê bîranîna şehîdên me yên ku cane xwe kirin qurban e. Ji me tê xwestin ku em vê xetê bişopînin."