Derba destpêkê ji mawîzera Kurdan li DAIŞ'ê ket: Berxwedana Kobanê 2 sal li dû xwe hişt
DAIŞ'ê êrîşa xwe ya destpêkê ya li dijî Kobanê, di salvegera yekemîn a şoreşê de, di 20'ê Tîrmeha 2013'an de pêk anî. Di 15'ê Îlona 2014'an de jî mezintirîn pêla êrîşan a dîroka xwe da destpêkirin. Lê belê derba herî giran xwar û ji Kobanê reviya.
SEDAT SÛR
ANF
pêncşem, 15 rezberê 2016, 07:20
Çeteya DAIŞ'ê, ku di 20'ê Tîrmeha 2013'an de ji Girê Spî êrîşî Kobanê kir, yekemîn êrîşa xwe ya berfireh di Hezîrana 2014'an de da destpêkirin. Di meha Îlonê de yek ji mezintirîn êrîşa herî giran a dîroka xwe, li dijî Kobanê pêk anî. Êrîşa ku di meha Îlonê de destpê kir, çar meh û nîvan dewam kir. Di encama berxwedana destanî ya YPG/YPJ'ê de, çeteyên DAIŞ'ê derba herî giran xwarin û neçar man ji Kobanê birevin. Şervanên YPG/YPJ'ê ku li her bihosteke xaka Kobanê destanên lehengiyê nivîsandin, di nava şert û mercên herî newekhev ê şer de, destana berxwedanê afirandin.
Eger nimûneye ji bo berxwedana Kobanê were dayîn, hingî berxwedana komek ji welatparêzên Spartayî dikare bê nîşandan, ku li Yewnan a Antîk, beriya niha bi 2 hezar 500 salan li dijî artêşa Pers a ji sed hezaran kesî axa xwe parastin. Van lehengên Spartayî, li derbasokên teng ku weke Derbasokên Êgir (Termopîle) tên binavkirin, li dijî artêşa Pers a ji sed hezaran kesî li ber xwe dan, 2500 sal piştî vê destana serdema antîk, ewladên leheng ên gelê Kurd, li dijî çeteya bê esil DAIŞ'ê ku çav berda axa wan, desta serdema nûjen nivîsandin û weke rûmeta mirovahiyê cihê xwe di dîrokê de girtin.
ÊRÎŞA DESTPÊKÊ BI KINCÊ ARTÊŞA AZAD HAT KIRIN
Êrîşa destpêkê ya çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê, di salvegera yekemîn a Şoreşa Rojava de di 20'ê Tîrmeha 2013'an de pêk hat. Ev êrîşa ji aliyê Girê Spî ve hat kirin, di bin navê Artêşa Azad de pêk hat. Êrîş bi pêşengiya çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, ku hingî komek ser bi Artêşa Azad bû. Lewma mirov dikarin bêjin, êrîşa destpêkê ya çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê di 20'ê Tîrmeha 2013'an de hat kirin.
Piştî vê êrîşa destpêkê ya çeteyên DAIŞ'ê, ku ji Girê Spî ve li dijî rojhilatê Kobanê hat kirin, di 22'ê Tîrmehê de komên Artêşa Azad ku çeteyên DAIŞ'ê jî di nav de bû, êrîşî rojavayê Kobanê kirin. Vê êrîşa li eniya rojava hefteyekê dewam kir. Piştî hevdîtinên nabera YPG/YPJ û komên Artêşa Azad de, agirbest li vê eniyê hat ragihandin û êrîş qediyan. Şerê li rojhilatê Kobanê dewam dikir jî, di encama bersiva YPG/YPJ'ê de hatin şikandin û çeteyên DAIŞ'ê û komên Artêşa Azad hatin qewirandin.
Çeteya DAIŞ'ê di Îlona 2013'an de wek rêxistinbûnek ji Artêşa Azad cuda tevgeriya. Hêzên Artêşa Azad ku heta wê rojê bi hev re tevdgeriyan, yek bi yek tesfiye kir û li herêma navîn a Sûriyeyê û derdora Rojava gelek nuqte û bajar ji çeteyên Artêşa Azad û El Nûsra derxist. Çeteyên DAIŞ'ê bi desteka dewleat Tirk, bajarên li dora Rojavayê Kurdistanê Reqqa, Girê Spî, Cerablûs, Minbic û Sirîn dagir kirin û xwe nêzî sînorê Kobanê kir. Û ji sê aliyan ve dor li Kobanê girtin.
Tevî Cerablûsê li rojavayê Kobanê, li xeta Şêxler a li qiraxa Çemê Firatê, çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî ji vê xetê êrîşî Kobanê kirin. Çeteyên DAIŞ'ê, tevî ji vê xetê, bi hêza çek û çeteyan a ji Girê Spî anîn, li rojhilatê Kobanê êrîş dikirin. Ev êrîş bi rêbaza lêdana derbê-dayîna windahiyan dihat kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê nedihiştin çeteyên çeteyên DAIŞ li herêmê bi pêş ve biçin. Di vê demê de çeteyên DAIŞ'ê di mijara pêşveçûnê de neketin nava pêngaveke topyekûn.
YPG/YPJ'Ê BI RENGEKÎ FEDAYÎ LI BER XWE DAN
Dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê destpê kirin, bi tenê ji sedî 40 ê endamên YPG/YPJ'ê ji şervanên profesyonel pêk dihat. Piraniya wan ji yekîneyên parastina herêmî pêk dihat. Tevî ku gel û ciwanên Kobanê ji bo parastina şoreşê bi baldariyeke mezin tevlî bûn jî, ji ber ku derfetên perwerdeya leşkerî û desteka çek û lojîstîkê di asta tinebûnê de kêm bûn, li pêşberî êrîşan rewşeke leşkerî ya neyînî derketibû holê. Di vê demê de, di destê şervanên YPG/YPJ'ê de kalaşnîkovên berê û Doçkayeke bi destan hatî çêkirin hebû. Hêzên YPG/YPJ'ê û şervanên nû, ku kêm ji wan profesyonel bûn, bi berxwedana bêhempa û ruhê fedayî, hê di roja destpêkê de nîşanî çeteyAên DAIŞ'ê dan, ku hêzeke çawa ya berxwedêr li hemberî wan heye.
YPG/YPJ'Ê DERBA DESTPÊKÊ LI DAIŞ'Ê XISTIN
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê di dawiya sala 2013'an de destpê kirin û bi sala 2014'an re çeteyên DAIŞ'ê pêngava destpêkê ya herî xurt a ber bi Kobanê ve di meha Adarê de ji eniyên başûr û rojhilat dan destpêkirin. Rojek piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûrê, çeteyên DAIŞ'ê di 22'ê Adarê de li dora depoyên genim ên li bajarê Sirînê yê li başûrê Kobanê, dest bi êrîşa destpê kirin. Di şerê li vir de çeteyan derbên giran ji şervanên YPG/YPJ'ê xwarin. Ev derbên çeteyên DAIŞ'ê xwarin, derbên destpêkê yên herî mezin bûn, ku di şerê li Sûriyeyê de li DAIŞ'ê hatin xistin.
DAIŞ LI SÛRIYEYÊ CARA YEKEMÎN LI GUNDÊ KENDALÊ TÊK ÇÛ
Çeteyên DAIŞ'ê ku li dora embarên genim ên Sirînê derbên herî mezin ên destpêkê xwarin, di êvara heman rojê de li rojhilatê Kobanê êrîşî gundê Kendalê kirin. Şervanên YPG/YPJ ên li gundê Kendalê, piştî wê rojê dest bi nivîsandina rûpelên destpêkê yên dîrokê kirin ku veguherî destanê. Komek ji şervanên YPG/YPJ'ê yên di bin fermandariya fermandar Hebûn û Siyabend de tevdigeriyan, bi hejmareke kêm a çek û şervanan, li djî hêza çeteyan a ji sedan kesî û çekên giran, ji çeperên xwe gavekê jî paş ve navêt û derb li ser derban li çeteyên DAIŞ'ê xist. Vê koma ji şervanên fedayî pêk dihat, bi taktîkî xwe vekişand û hişt ku çeteyên DAIŞ'ê di saetên pêş de xwe bigihînin heta nîvê gund. Koma fedayî derba giran jî li vir li DAIŞ'ê da. Herî kêm 40 çete îmha kir. Çeteyên DAIŞ'ê li pêşberî vê berxwedanê ji gund reviyan û bi vî rengî cara yekemîn li ser xaka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê têk çû.
Çeteyên DAIŞ'ê ku ji sê aliyan ve Kobanê dorpêç kirin, piştî vê têkçûna xwe ya destpêkê, di mehên Nîsan û Adarê de jî êrîşên xwe dewam kirin. Êdî fêhm kir ku karê xwe ne hêsan e.
Kobanê ku sê aliyên xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dorpêçkirin, tevî êrîşan êdî li pêşberî pirsgirêkên jiyanî jî li ber xwe dida. Yekane cihê nefes jê digirt, eniya Bakurê Kurdistanê bû. Lê belê dewleta Tirk jî ji aliyê xwe ve ev alî kir eniya çaremîn a DAIŞ'ê û bi vî rengî Kobanê ji çar aliyan ve hat dorpêçkirin.
AV Û ELEKTRÎK QUT DIBE
Çeteyên DAIŞ'ê Bendava Tişrînê ya li başûr bi dest xistin û av û elektrîk li ser Kobanê birîn. Çeteyên ku li rojavayê Kobanê jî ketin nava xeta Şêxlêr, li vir jî av û elektrîk qut kirin û bi vî awayî Kobanê bi temamî bê av û bê elektrîk hiştin. Li Kobanê ku êrîşên giran lê dihatin kirin, bi qutbûna av û elektrîkê re, êdî li her qadê pirsgirêkên cidî rû dan. Ji ber dorpêçî û êrîşan, dan û standina bazirganî ya Kobanê ya bi cîhana derve re bi temamî ji holê rabû. Gava qutbûna av û elektrîkê li vê zêde bû, hingî çandinî û karê xwedîkirina sewalan jî qediyan. Bi vî rengî pirsgirêkên, xwarin, vxwarin û kincan li Kobanê der bû.
SEFERBERIYA LI BAKURÊ KURDISTANÊ
Di vê rewşa dorpêçkirî de, yekane deriyê derketina ji bajêr aliyê Bakurê Kurdistanê bû. Di demeke ku Kobanê hat dorpêçkirin, êrîşên giran lê hat kirin û pirsgirêkên jiyanî lê der bû de, gelê Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriyê bide gelê Kobanê dest bi seferberiyê kir. Lê belê di vir de dewleta Tirk ket dewrê û hewl da pêşî li alîkariya gelê Bakurê Kurdistanê bigire û nehêle bigihêje gelê Kobanê. Tevî vê yekê jî gelê Bakurê Kurdistanê alîkariyên xwe dewam kir û Kobanê bû rojeva yekane ya tevahiya gelê Bakurê Kurdistanê.
BERXWEDANA BI HILBERÎNA KOMUNAL
Tevî seferberiya gelê Bakurê Kurdistanê jî alîkarî têra pêdiviyên gelê li Kobanê nedikir. Gelê Kobanê û rêveberiya kantonê bi modela hilberîna komunal û parvekirina wekhev re hewl dan li dijî dorpêçiyê li ber xwe bidin. Bi mazota mayî re jeneratorên hevpar hatin xebitandin û di nava rojê de çend saetan elektrîk hat dayîn. Her wiha gelê Kobanê berhemên xwe yên çandinî û sewalkariyê jî bi hev re parve kir û bi vî rengî berxwedaneke hevpar li dijî birçîbûnê nîşan da. Bêguman ev hewldan têra çareseriya pirsgirêkan nedikir. Hikûmeta Kobanê bîr kola û av bi vî rengî gihand navenda bajêr. Rêveberiya kantonê li dora gundê Qeynter Oxan ê li rojavayê Kobanê 18 bîr kola, bi 3200 metreyî lûle bi cih kir û av gihand gelê Kobanê.
BERXWEDANA TOPYEKÛN
Gelê Kobanê êdî bi ciwan û extiyarên xwe, li her qadê li dijî zilm û êrîşê dest bi berxwedanê kiribû. Mirovahiyê êdî ji berxwedaneke destanî re şahidî dikir, ku gelekî ji bo parastina axa xwe û jiyaneke azad, li dijî her şêwe êrîşan, birçîbûn û xizaniyê li ber xwe dida. Êdî her kêliya Kobanê, her devera Kobanê cih û dema têkoşîn û berxwedanê bû. Li derveyî bajêr, şervanên YPG/YPJ'ê bi rengekî fedayî li dijî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe didan. Gelê Kobanê jî ji bo xaka xwe neterikîne bi hewldan û piştgiriyeke bêhempa tevdigeriya.
Di rewşeke bi vî rengî de, dewleta Tirk bi cîranê xwe yê li ser sînor çeteyên DAIŞ'ê re ji her alî ve bazirganî û têkiliya lojîstîkî dimeşand. Dewleta Tirk a ku alîkariya însanî ya gelê Bakurê Kurdistanê dişand gelê Kobanê li ser sînor asteng dikir, di vê demê de dihişt ku ji her alî ve alîkarî biçe ji çeteyên DAIŞ'ê re. Di deriyên sînor ên di bin kontrola dewleta Tirk re, bi sedan çete ji welatên Ewropayê derbas bûn û xwe gihandin nava DAIŞ'ê.
Dewleta Tirk qîma xwe bi vê jî nedanî. Di yekemîn êrîşa herî berfireh a dagirkeriyê de ku çeteyên DAIŞ'ê di meha Hezîranê de pêk anî, bi erka koordînasyona eniya rojava radibû û qereqolên artêşa Tirk koordînat didan çeteyên DAIŞ'ê.
Li Kobanê ku mehên Nîsan û Gulanê bi vî rengî bihurîn, di nava meha Hezîranê de liv û tevgereke mezin rû da, ku heta hingî li Kobanê nehatibû dîtin. Çeteyên DAIŞ'ê, ku di 6'ê Hezîrana 2014'an de êrîşî bajarê Mûsilê yê Iraqê kirin, di nava pênc rojan de bajar bi dest xistin. DAIŞ'ê piştî ku Mûsil bi dest xist, berê xwe da Kobanê û bi çekên giran ên li Mûsilê bi dest xistî, dor li Kobanê girt. Heman piştî Mûsilê, çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dan Kobanê. Ev yek jî weke bicihanîna plana dewleta Tirk a danîbû pêşiya DAIŞ'ê, dihat şîrovekirin. Bi vî rengî êrîşa herî berfireh a li dijî Kobanê, destpê dikir.