KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di cejnê de goristanên cangoriyan hatin ziyaretkirin
Bi minasebeta Cejna Qurbanê, gorên cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û welatiyên li Roboskî di sala 2011'an de ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk hatin qetilkirin, hatin ziyaretkirin. -
Mehmet Ocalan û berxwedêrên grevê wê saet di 14:00 de daxuyaniyê bidin
Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê wê saet di 14:00 de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. -
Şêniyên Mexmûrê: Divê Şaredarî ji qeyûman re neyên hiştin
Desteserkirina Şaredariyên DBP'yî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. -
'Ji bo çareseriyê divê projeya me ya federalîzmê bê naskirin'
Endamê Partiya Yekîtiya Suryanî Afram Îsmaîl Îbrahîm diyar kir, ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê divê hêzên navneteweyî girîngiya projeya federalîzma demokratîk bibînin û vê projeyê nas bikin. -
DBP: Di cejnê de jî wê berxwdan bidome
DBP'ê ji bo Cejna Qurbanê peyamek weşand û diyar kir, berxwedan wê di cejnê de jî dewam bike û êrîşên li dijî azadiya gel wê bên pûçkirin. -
Li Wanê teqîneke dijwar rû da
Li qada Beşyol a Wanê, li dijî nuqteya kontrolê ya polîsan a li pêşiya Serokatiya AKP'ê ya Wanê, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li avahiya AKP'ê bû. -
KCK: Qeyûm ji ber siyaseta dij bi Kurd hat tayînkirin
KCK: Divê gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê baş zanibin; ji ber siyaseta dij bi Kurd, qeyûm li şaredariyan hatine tayînkirin. -
Peyama Ocalan wê li Amedê bê eşkerekirin
Tê payîn, agahiyên li ser hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî, li Amedê bên eşkerekirin. -
Mamosteyên Başûrî cejn pîroz nekirin û daketin qadan
Mamosteyên ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê mûçeyên wan nade, cejn pîroz nekirin û çalakiya protestoyî lidar xistin. -
Avêtin ser mala hevserokê Şaredariya Kercewsê
Avêtin ser mala hevşaredara Kercewsê Zeynep Odûncû ya ku qeyûm hate wezîfedarkirin, 3 kesên ku beşdarî çalakiya nobedê bûn jî hatin binaçavkirin. -
Karayilan: Divê di pêvajoya pêşiya me de netewa demokratîk bê avakirin
Karayilan: Di pêvajoya pêş me de hedefa me divê ev be; bi kîjan rêbazî dibe bila bibe em yekîtiya netewa demokratîk pêk bînin, em bi gelên herêmê re, bi gelên Ereb, Tirk û Fars re yekîtiyê pêk bînin, em siyaseta biratiya gelan ji xwe re esas bigirin. -
Li dijî qeyûman Kurd li ser lingane
Li dijî qeyûmên ku şaredariyên DBP’ê desteser kirin gelê Kurd daketin qadan. Li Wanê meş hate lidarxisin, li Mêrdîn û navçeyên wê jî çalakiyên protestoyê hatin lidarxisin. -
Li Oremar artêşa Tirk sewqiyata leşkerî pêk tîne
Artêşa Tirk li herêmên Sûke,Sate, Cîlo yên girêdayî Oremarê sewqiyata leşkerî ya zêde pêk tên. -
Kongreya Gel a Mezopotamya: Divê em rê nedin ku qeyûm bikevin meqaman!
Kongerya Gel a Mezopotamyayê bertekên tund nîşanî qeyûman da û wiha got: “Divê gel rê nede ku ti çeteyên Qesrê bikevin meqamên wan û jiyanê li wan bike jehrî.” -
Ji KCDK-E’yê li dijî qeyûman banga berxwedanê
KCDK-E bertekên tund nîşanî qeyûmên ku şaredarên Kurd desteser kirin da, bang li gel kir ku berxwedanekî bi hêz nîşan dibin. -
‘’Lihevkirina di navbera du hêzan de divê xizmetê ji alîkariya çareseriya siyasî ya demokratîk re bike’
Yûsûv diyar kir bi lihevkirina Rûsya û Emrîka pêkhatina agirbestê erênî ye û wiha got: ‘’Ev lihevkirin divê tenê ne li ser zemîna leşkerî lê siyasî be’’ -
Xelîl: Ji bo azadiya herêmê divê di nava yekgirtinê de bin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Teyar El-Xed El-Sûriye (Şepêla Sibehê ya Sûriyeyê/Tevgera Pêla Sabah) ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeya ku her diçe kûr dibe, li hev kirin. -
Polîsan êrîşî çalakiya li Sûrê kirin
Li navçeya Sûrê ya Amedê kû qeyûm hate wezîfedarkirin, daxuyaniya ku bi beşdariya hevşaredaran hate lidarxisin, polîsan êrîşî çalakiyê kirin. -
Însyatîfa Gel: Li dijî faşîzma Erdotgan bi topyekûn li ber xwe bidîn
Însyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, wiha got: “Em bang li gelê xwe yê welatparêz û hemû der dorên demokrat dikin, li dijî êrîşên faşîst ên Erdogan, xwe rêxistin bikin û topyekûn bikevîn nava berxwedanê. -
Li Dara Hênê çalakiya berfireh a gerîlayên HPG'ê
Gerîlayên HPG'ê di çarçoveya "Pêngava Şoreşger a Şehîd Çekdar Mahîr Serbest" de roja 10'ê Îlonê saet di 18:00 de, ji çar aliyan ve dor li sereqola Suveren a li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê girtin û çalakî pêk anîn. -
YPG: 6 çete hatin kuştin
YPG'ê ragihand, ji çeteyên êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin 3 hatin kuştin. Li derdora Şedadê jî 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
PYD: Barzanî destek da dagirkeriya Tirkiyeyê
PYD'ê nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Mesûd Barzanî da, ku piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk. -
YPS'ê li çeteyên Qesrê yên li girtîgeha li Dêrikê xist
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku yekîneyên wan ji cihekî nêz bi roket û çekên ferdî li girtîgeha li navçeya Dêrikê xistine, ku li vê derê 65 polîsên tîmên taybet hebûn. -
Gelê Pirsûsê li ber Şaredariyê li hev dicive
Piştî ku dewleta AKP'ê qeyûm li Şaredariya Pirsûsê tayîn kir, gelê navçeyê xwedî li vîna xwe derket û berê xwe da ber avahiya şaredariyê. -
Hevşaredar: Vîna gel îro hat desteserkirin
Şaredariyên DBP'yî, ku bi darbeya qeyûm danê vê sibehê ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve hatin desteserkirin, nerazîbûneke tund nîşan dan. Hevşaredaran gotin, "Ev darbe ye, vîna gel hatiye desteserkirin. Em qeyûman nas nakin."