Mamosteyên Başûrî cejn pîroz nekirin û daketin qadan
Mamosteyên ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê mûçeyên wan nade, cejn pîroz nekirin û çalakiya protestoyî lidar xistin.
Mamosteyên ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê mûçeyên wan nade, cejn pîroz nekirin û çalakiya protestoyî lidar xistin.
Di sibeha roja ewilî ya cejnê de li Silêmaniye, Ranya, Kifrî, Kelar û gelek cihên din mamoste daketin kolanan û gotin, ji ber ku mûçeyên wan nayê dayîn, ew cejnê pîroz nakin.
Mamosteyan dan xuyakirin, ku heta karên ne li rê yên li herêmê werin kifşkirin û mûçeyên mamoste û karmendan bên dayîn, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Karmend û parlamenter jî destekê didin çalakiyên mamosteyan.