Navenda Ragihandin û Çapemenyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, gerîlayên HPG'ê di çarçoveya "Pêngava Şoreşger a Şehîd Çekdar Mahîr Serbest" de roja 10'ê Îlonê saet di 18:00 de, ji çar aliyan ve dor li sereqola Suveren a li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê girtin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Di çarçoevya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de, hêzên me roja 10'ê Îlonê saet di 18:00 de ji çar aliyan ve dor li qereqola Suveren a li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê girtin û li qereqolê dan. Hêzên me bi çekên RPG-7 li kûle û kulûbeya nobedê ya qereqolê dan. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Hêzên me her wiha li leşkerên li dora tankê, çepera çeka A-4 û hewşa qereqolê li hev civiyabûn, derbên xurt dan. Li vir 2 leşker hatin kuştin. Mewziyên li hewşa qereqolê bi temamî şewitîn û rûxiyan."
ŞERÊ LI ÇELÊ
Roja 9'ê Îlonê saet di 11:15'an de, komek ji gerîlayên me dema li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi erka xwe radibû, li nêzî qereqola Karataşê li leşkeran rast hat û nîv saetê li vir şer qewimî. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Hêzên me bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.
BI ÇEKÊN GIRAN LI LEŞKERÊN LI ŞIRNEXÊ HAT XISTIN
Roja 9'ê Îlonê, hêzên me bi liv û tevgera leşkerî ya li herêma Kêlik a li navçeya Qilaban a Şirnexê hesiyan û bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Piştî çalakiyê leşkeran xwe ji herêmê vekişandin.
LI BÊGIRÎ ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA LI DIJÎ LÛLEYA PETROLÊ Û GAZÊ
9'ê Îlonê saet di 23:30 de, hêzên me li navçeya Bêgirî ya Wanê çalakiyeke sabotajê li hemberî lûleya petrolê û gaza xwezayî lidar xistin. Di encamê de ev lûle teqiya û şewata li vir derket heta serê sibehê dewam kir.
ARTÊŞA TIRK BOMBE LI HERÊMA HERKÎ BARAND
9'ê Îlonê saet di navbera 20:00-22:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêma Herkî ya li Şemzînanê barandin.
Roja 10'ê Îlonê saet di 15:00 de derdora qereqola Hêrviz a Bedlîsê û derdora Şehîtlîk bi hawanan hat bombekirin. Nîvê şevê jî cerdevanên gundê Qultikê agir berdane herêmê.
Ji destpêka meha Îlonê û vir ve artêşa Tirk li qadên Ûzûntarla, Pakalî, Gomemîş, Kozmerîk, Govê, Merxo û Velîkan ên Dersîmê, bi yekîneyên veşartî kemînan datîne.
LI DERSÎMÊ LI DIJÎ POLÎSÊN TÎMÊN TAYBET ÇALAKIYA SABOTAJÊ HAT LIDARXISTIN
9'ê Îlonê saet di 15:00 de gerîlayên me li gundikê Çakmakli yê navçeya Xozad a Dersîmê li dijî wesayîteke polîsên tîmên taybet çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Ev wesayît bi temamî îmha bû, lê hejmara polîsên tîmên taybet ên mirin, nehat zelalkirin. 10'ê Îlonê saet di 09:00 de leşkeran li ve herêma çalakî hat lidarxistin, ketin nava tevgerê. Saet di 17:00 de derba xurt li 2 wesayîtên tîmên taybet hat xistin. Ji bo wesayîta hat îmhakirin ji herêmê were derxistin 1 jê vînç du wesayît anîn herêmê. Li vir jî wesayîteke transît hat îmhakirin. Di çalakiya bi bandor a li vir de 10 polîsên tîmên taybet hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên Şehîd Baran û Roza hatin lidarxistin û li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo pêk hatin.
9-10'ê Îlonê li quntara Sûltanbaba ya navenda Dersîmê, liv û tevgera leşkerî hebû."