Endamê Partiya Yekîtiya Suryanî Afram Îsmaîl Îbrahîm da xuyakirin, ku agirbesta DYA û Rûsyayê li ser li hev kirine wê îro bikeve meriyetê û nêrîna Suryaniyên li Sûriye û Rojava ya li vê agirbestê û li ser çareseriya krîza li Sûriyeyê ji ANF'ê re vegot.
Afram Îsmaîl Îbrahîm destnîşan kir, ku di çarçoveya agirbestê de divê dewleta Tirk dest ji dagirkirina Cerablûsê berde û got, "Dewleta Tirk beriya niha bi 100 salan, Suryanî û Ermenî qetil kir. Îro jî hewl dide Kurdan tine bike. Lê daxwaza gelên me ew e ku şerê li Sûriyeyê bê sekinandin û Sûriye bi rengekî federal û demokratîk were birêvebirin. Tevî dijberiya dewleta Tirk jî, em ê vê yekê bi ser bixînin. Pêwîste hêzên navneteweyî vê yekê bibînin û nas bikin."
'AGIRBEST ERÊNÎ YE, LÊ DIVÊ DEWLETA TIRK DEST JI DAGIRKERIYÊ BERDE'
Îbrahîm da zanîn, Suryaniyan cihê xwe di nava sîstema li Rojavayê Kurdistanê girtine û got, "Em di nava Rêeberiya Xweseriya Demokratîk, YPG û hêzên QSD'ê de hene. Em erênî dibînin ku Amerîka û Rûsyayê li ser çareserkirina pirsgirêka li Rûsyayê li hev kirine. Lê hin tiştên vê lihevkirinê hê zelal nînin. Dîsa jî ji ber ku wê alîkariya însanî bigihêje gelê Helebê, em vê erênî dibînin. Tiştekî baş e ku pêdiviyên ji bo jiyanê wê ji mirovên li wir re bên şandin."
Îbrahîm ragihand, divê agirbesta îro li Sûriyeyê destpê dike ne tenê rawestandina şerê navbera hin koman û rejîmê de be û wiha dewam kir: "Pêwîste dewleta Tirk jî êrîşên xwe bisekinîne. Ji bo ev agirbest bi ser bikeve, lazim e dewleta Tirk leşker û çeteyên xwe ji Cerablûsê vekişîne. Ji ber ev yek dagirkerî ye."
'JI BO ÇARESERIYÊ, DIVÊ GIRÎNGIYA FEDERALÎZMA DEMOKRATÎK WERE DÎTIN'
Îsmaîl Îbrahîm da xuyakirin, ku weke gelê Suryanî ew bawer in çareseriya demokratîk a krîza li Sûriyeyê bi sîstema federaliya demokratîk pêk were û got, "Di nava sîstema federal de mafên hemû gelan hene. Lazim e cîhan tev vê sîstemê nas bike. Em hewl didin bi hev re li dijî DAIŞ'ê têbikoşin, qadên xwe azad bikin û bi rengekî demokratîk xwe bi rê ve bibin."
Îbrahîm diyar kir, ji bo çareseriya li Sûriyeyê divê girîngiya projeya federalîzma demokratîk a gelan were dîtin û destnîşan kir, projeya federalîzma demokratîk projeyeke, ku dikare Sûriyeyê bi hev re bigire. Îbrahîm got, "Piştî ku Minbic hat rizgarkirin em çûn serdana Minbicê. Ji ber ku bi gelê Minbicê re biratiyeke me ya salên dûrûdirêj heye. Gelê Minbicê jî dixwaze di nava sîstema federal de bijî.
Sîstema federal a demokratîk ji bo gelên Sûriyeyê rewa ye û Sûriyeyê dike yek. Bila kes nefikire ku sîstema federal Sûriyeyê parçe dike. Yên ku îro dibêjin ev proje Sûriyeyê parçe dike, gelo çima nabêjin, ketina dewleta Tirk a nava Cerablûsê dikare Sûriyeyê parçe bike. Em lihevkirina Amerîka û Rûsyayê ya li ser sekinandina şer erênî dibînin. Lê divê girîngiya projeya me ji bo çareseriya li Sûriyeyê bibînin û wê nas bikin."
Îbrahîm destnîşan kir, ku kes nikare wan înkar bike û got, "Em qadeke ji 700 km'yî ji Endîwerê heta Kobanê, ji Kobanê heta Minbicê xaka xwe, xaka gelên xwe diparêzin. Em li dijî DAIŞ'ê û êrîşên hemû çeteyan bi lehengî şer dikin. Em ne alîgirê lihevkirineke ku tenê di navbera DYA û Rûsya de bimînin. Em dixwazin ev lihevkirin û agirbest ji bo tevahiya Sûriyeyê be."
'TEVÎ DIJBERIYA DEWLETA TIRK JÎ EM Ê BI SER BIKEVIN'
Afram Îsmaîl Îbrahîm anî ziman, ku dewleta Tirk bi polîtîkayên Osmanî nêzî Sûriyeyê dibe û destnîşan kir, ku weke Suryanî gelên Bakurê Sûriyeyê li dijî vê ne. Îbrahîm got, "Divê dewleta Tirk êrîşên xwe ên li dijî Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Endîwerê biqedîne.
Dewleta Tirk beriya niha bi 100 salan, Suryanî û Ermenî qetil kir. Îro jî hewl dide Kurdan tine bike. Lê daxwaza gelên me ew e ku şerê li Sûriyeyê bê sekinandin û Sûriye bi rengekî federal û demokratîk were birêvebirin. Tevî dijberiya dewleta Tirk jî, em ê vê yekê bi ser bixînin. Pêwîste hêzên navneteweyî vê yekê bibînin û nas bikin."