KCK: Qeyûm ji ber siyaseta dij bi Kurd hat tayînkirin

KCK: Divê gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê baş zanibin; ji ber siyaseta dij bi Kurd, qeyûm li şaredariyan hatine tayînkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, dewleta Tirk a qirkirin û mêtînger, ji ber ku vîn û hebûna gelê Kurd nas nake, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên bi nasnameya Kurd şaredarî bi rê ve dibirin û hewl didan bibin vîna herêmî ya Kurdan, rojek beriya cejnê ji wezîfeyê girtiye û li şûna wan qeyûm tayîn kiriye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, tayînkirina qeyûm li şaredariyan, zexta li vîna gel e û wiha dewam kir: "Tayînkirina qeyûman, ferzkirina 'ev dewlet çi ji bo we rast bibîne, hûn mecbûr in wê qebûl bikin' e. Bi êrîşan hewl didin sîstema qirkirinê û mêtîngeriyê bi zorê bi gelê Kurd bidin qebûlkirin. Êrîşa qirkirin û mêtîngeriyê ya li dijî gelê Kurd tê kirin, bi tayînkirina qeyûman re li qada şaredariyan gihîştiye qonaxeke nû.

Êrîşên li dijî Şaredariyan nû nîne; gelek hevşaredar hatin girtin yan jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Bi sedan encamên meclîsa şaredariyê hatin girtin. Ji bo şaredariyên xwedî nasnameya Kurd, ku hewl didin bibin vîna herêmî ya gelê Kurd, bi salan e zext û zordarî tê kirin. Ji bo ev şaredarî neserketî bên hiştin û têkiliya wan a bi gel re bê qutkirin, bi salan e her rê û rêbaz tên ceribandin. Lê belê ji ber ku ti encam ji van êrîşan derneket, vê carê bi sedemên bêbingeh qeyûm hatin tayînkirin. Sedema wan a bingehîn jî derewa 'Ev şaredarî pereyan didin PKK'ê ye. Me beriya niha jî gotibûn; qurişekî van şaredariyan jî negihaştiye vê rêxistinê. Ji bo piştrastkirina vê derewa xwe, nikarin delîleke biçûk jî nîşan bidin.

Îdîaya 'pere ji rêxistinê re tê dayîn' dispêrin pratîka şaredariyên AKP'yî ku pereyên gel pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Hewl didin nîşan bidin ku ev feraset li Kurdistanê jî heye. AKP'yî û şaredariyên AKP'yî dizek in, ji wan heye ku her kes mîna wan dizek e û dest datîne ser pereyê gel. Halbûkî bi salan e li delîlekê digerin ku nîşan bidin şaredarî pereyan dide rexistinê. Lê dikin nakin delîlekê nabînin. Nepêkan e ku bibînin. Ji xwe ti ji şaredariyên li Kurdistanê bi diziyê nayên sûcdarkirin. Hemû sûcdariyên li hevşaredaran û endamên meclîsa şaredariyan tên kirin, daxuyanî û nêrînên wan e."

'TAYÎNKIRINA QEYÛM, BICIHANÎNA BIRYARA 34'Ê COTMEHA 2014'AN LI QADA ŞAREDARIYAN E'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku divê gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê zanibin, ku tayînkirina qeyûman ji ber siyaseta dij bi Kurd e û got, "Şaredariyên li Kurdistanê ji ber ku xwedî li daxwaza jiyana demokratîk û azad a Kurdan derketine û ji bo bicihhatina van daxwazan helwesteke demokratîk nîşan dane, hatine desteserkirin. Ev tayînkirina qeyûman, bicihanîna biryara 30'ê Cotmeha 2014'an a ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e, ku li qada şaredariyê bi cih tê anîn. Polîtîkaya nexebitandina şaredariyan û zexta li şaredariyan êdî gihîştiye qonaxeke nû.

Ev êrîşa qirkirina siyasî ku bi şêweyê nenaskirina vîna Kurdan û eciqandina vîna Kurdan tê meşandin, parçeyek ji êrîşa qirkirinê ye ku dewlta Tirk li ser gelê Kurd ferz dike. Dewamkirina êrîşên 'em ê biqedînin, bieciqînin' e. Helwesteke bi tenê heye ku divê li dijî van polîtîka û êrîşan were nîşandan. Ew jî xurtkirina berxwedanê ye. Ji bilî helwesta berxwedêr û mezinkirina berxwedanê, her gotin û helwest wê van êrîşan zêdetir bikin.

Desthilatdariya AKP'ê naxwaze dengekî bi tenê yê mûxalîf bimîne. Dixwaze hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji xwe re bike hincet û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bêdeng bike, ji holê rake. Di vê polîtîkayê de israr dike. Tayînkirina qeyûm li şaredariyan, encama vê polîtîkayê ye. Ji xwe bi rakirina mafê destnedanê re ev êrîş li HDP'ê jî hatiye kirin. Li dijî vê rewşê erka dikeve ser milê gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê, berxwedan û berxwedan e. Li ser vê bingehê em bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê dikin ku xwedî li vîna gel van Şaredariyan derkevin û li dijî desthilatdariya AKP'ê ya êrîşkar, têkoşîna demokrasiyê xurt bikin."