Hevşaredar: Vîna gel îro hat desteserkirin

Şaredariyên DBP'yî, ku bi darbeya qeyûm danê vê sibehê ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve hatin desteserkirin, nerazîbûneke tund nîşan dan. Hevşaredaran gotin, "Ev darbe ye, vîna gel hatiye desteserkirin. Em qeyûman nas nakin."

Şaredariyên DBP'yî, ku bi darbeya qeyûm danê vê sibehê ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve hatin desteserkirin, nerazîbûneke tund nîşan dan. Hevşaredaran gotin, "Ev darbe ye, vîna gel hatiye desteserkirin. Em qeyûman nas nakin."

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel diyar kir, ku ji saet 8'an û pê ve AKP/Qesrê darbe kiriye û got, "Em ê destûrê nedin vê pêkanînê. Tayînkirina qeyûm ne exlaqî ye ne jî wijdanî ye. Niha 24 şaredariyên me ku vîna gel e hatine desteserkirin. Em vê darbeya sivîl şermezar kirin."

Hevşaredarên Kercewsê Zeynep Koyûncû û Abdulkerîm Demîr da xuyakirin, ku ew ê qeyûm nas nekin û heta dawiyê li ber xwe bidin, xwedî li vîna gel derkevin.

Hevşaredarê Qubînê Mûstafa Ozturk destnîşan kir, ew ê qeyûm nas nekin.

Hevşaredarê Bajarokê Awîskê yê Qubînê Hîdayet Tîryakî anî ziman, leşker û polîs bi mejiyê dagirkeran li avahiya şaredariyê lêgerînê dikin û got, ew ê qeyûm nas nekin.

Hevşaredarê Farqînê Kerem Canpolat ragihand, ku şaredariya wan ji xwe saleke bi qeyûm hatiye desteserkirin û destûr nayê dayîn ew xizmetê bikin.

Alîkarê Hevşaredarê navçeya Rêya Armûşê yê Wanê Halît Çakir diyar kir ku îro darbe pêk hat û got ku bi vê derbeyê dest danîn ser vîna gel. Çakir dazanîn ku ewê ev pêkanîn ji hêla gel û hilbijêrên wan ve neyê qebûlkirin û anî ziman ku di erîfeya cejna qurbanê de Kurd hatine cezakirin û got ku berdêla wê çi dibe bila be ewê qeyûmê nasnekin.

Alîkara Hevşaredarên navçeya Erdîşa Wanê Guler Avci jî dazanîn ku ewê bi tu awayî desteserkirina vîna gel qebûl nekin û got ku ewê li ber xwe bidin.

Alîkarê Hevşaredarên navçeya Qelqeliya Wanê Cafer Seven jî dazanîn ku şaredariya wan bi awayekî çetewarî hatiye xespkirin û got ku vîna gel a ku bi sedî 80 hatiye hilbijartin tune hatiye hesibandin û xwest hemû kes li qadan mafê xwe yê demokratîk bikarbîne û xwedî li şaredariya xwe derkeve.

Alîkara Hevşaredarên navçeya Artemêtan a Wanê Nurhayat Çelîk jî dazanîn ku tayînkirina qeyûmê berdewamiya zilma ku bi salane li hemberî gel pêk tê ye û got ku tiştek bi vî rengî heta niha li tu deverên cîhanê pêk nihatiye.

Alîkara Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz jî diyar kir ku li hemberî vîna gel derbe pêk hatiye û dazanîn ku ewê tayînkirina qeyûmê teqez nasnekin û got şaredarî ya gel e.

Alîkarê Hevşaredarên navçeya Kop a Mûşê Arafat Kardagi jî diyar kir ku Qesrê li hemberî vîna Kurdan derbe pêk aniye û got ku şaredariyên ku nekarîbûn bi riya hilbijartinê bidestbixin niha bi awayekî zordarî dixwazin desteser bikin û got: "AKP'ê dest danî ser vîna gel."

Hevşaredara navçeya Tozan a Idirê Neşegul Can, Alîkarê Hevşaredarên bajaroka Xoşaber a Idirê Halît Taşdemîr, Hevşaredara navçeya Xinisê ya Erziromê Gulay Teker, Hevşaredarê navçeya Pirsûs a Rihayê Halîl Akbaş, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur, Hevşeradarê navçeya Silopiya Şirnexê yê ji peywirê hatiye girtin Seyfettîn Aydemîr, Hevşaredarên navçeya Şemrex a Mêrdînê Necla Yildirim, Hevşaradara navçeya Nisêbînê Sara Kaya, Hevşaredarê Dêrikê Yaşar Acebek û Hevşaredarê navçeya Kerboranê Mahmut Kiliç jî danzanîn ku li hemberî vîna gel derbe pêk hatiye û bang li tevahî gel kirin û xwestin li Şaredariyên xwe xwedî derkevin.