Avêtin ser mala hevserokê Şaredariya Kercewsê
Avêtin ser mala hevşaredara Kercewsê Zeynep Odûncû ya ku qeyûm hate wezîfedarkirin, 3 kesên ku beşdarî çalakiya nobedê bûn jî hatin binaçavkirin.
Avêtin ser mala hevşaredara Kercewsê Zeynep Odûncû ya ku qeyûm hate wezîfedarkirin, 3 kesên ku beşdarî çalakiya nobedê bûn jî hatin binaçavkirin.
Tîmên taybet avêtin ser mala hevşeredara Kercews a Batmanê Zeynep Odûncû. Polîsên ku di saetên şevê de bi ser malê de girtin, piştî lêgerînê ji malê derketin. Têkildarî serdegirtinê ti agahî nehatin girtin.
Li aliyê din Hasan Kaya, Mehmet Yildirim û Savaş Ozmen ê ku beşdarî çalakiya nobedê ya danê sibehê ku li pêşiya avahiya Şaredariya Kercewsê bûn jî hatin binçavkirin birin Midûryeta Emniyetê ya Dercewsê.
Hat ragihandin ku serdegirtina malan a li navçeyê dewam dike.