Kongreya Gel a Mezopotamya: Divê em rê nedin ku qeyûm bikevin meqaman!
Kongerya Gel a Mezopotamyayê bertekên tund nîşanî qeyûman da û wiha got: “Divê gel rê nede ku ti çeteyên Qesrê bikevin meqamên wan û jiyanê li wan bike jehrî.”
Kongerya Gel a Mezopotamyayê bertekên tund nîşanî qeyûman da û wiha got: “Divê gel rê nede ku ti çeteyên Qesrê bikevin meqamên wan û jiyanê li wan bike jehrî.”
Konseya Rêveberiya Gongreya Gel a Mezopotamyayê, têkildarî wezîfedarkirina bi qeyûman daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev bi awayekî zelal e ku bi van bê mafî û nêzîkatiyên kêfî pirsgirêka li bajarên Kurdan ên heyî kûrtir û dixitimîne.” Di daxuyaniyê de wiha hate ziman:
“Di aliyê Kurdan de hikûmeta ku vîna gel tine dihesibîne, hilbijêr û rêveberên ku bi hilbijartinê hatin hilbijartin ji nedîtî ve hatin û bi bêhiqûqiya ku vîna gel tine tê hesibandin, tineye. Ti cûdahî di navbera hişmendiaya ku 15’ê Tîrmehê Meclîs bombe kir û hişmendiya ku bi qeyûman destdane ser şaredariyên Kurdan ve nîne.
Ew kesên ku hatin ser wan meqaman bi dengê gel nehatine hilbijartin. Îro ew çeteyên ku bi qeyûman hatine wezîfedarkirin di çavê gel de ne tiştekin û gel vê yekê qebûl nake. Divê gel rê nede ku ti çeteyên Qesrê bikevin wan meqaman û jiyanê li wan bike jehr.
Em vê hewldana dewleta AKP’ê ya ku dij qanûn,ne exlaqî û dij wijdanê bi tundî şermezar û lenet dikin.”