Li dijî qeyûman Kurd li ser lingane

Li dijî qeyûmên ku şaredariyên DBP’ê desteser kirin gelê Kurd daketin qadan. Li Wanê meş hate lidarxisin, li Mêrdîn û navçeyên wê jî çalakiyên protestoyê hatin lidarxisin.

MÛŞ

Hêrsa li dijî wezîfedarkirina qeyûmê ya li ser Şerdariya Kopê her ku diçe mezin dibe. Qeymeqam Omer Şahîn ê ku li navçeya bi qeyûmê hate wezîfedarkirin, Perlementerê HDP2ê Ahmet Yildirim , hevşardarên Milazgirt jî di nav de girseya ku hate pêşiya avahiya DBP’ê kom bûn, heta avahiya şaredariyê meşiyan. Girse heta pêşiya avahiya şaredariyê ya ku ala Tirkah hatibû daliqandin, li vir daxuyaniya çapemeniyê da. di daxuyaniyê de hevşarerdara DBP’ê ya bajêr Hatîce Şeker axivî û diyar kir ku şaredariya Kopê ji aliyê faşîzma AKP’ê ve hate dagirkirin. Şeker bi bîr xisti ku bûyerên diqewim ti cudahiya xwe ji hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê nîne.Şeker anî ziman ku hem weke partî û hem jî weke gel wê li dijî qeyûman li ber xwe bidin, bang li tevahî gelê Kopê kir ku rabin berxwedanê.

Pişre jî parlementerê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim axivî û diyarkir ku bi wesayîtên zirxî hatina pêşiya avahiyên şaredariyên ku qeyûm hatine wezîfedarkirin, li gel qedexe kirine. Yildirim wiha got: “Ji bo wan şaredarî ji gel standine, ji gel dûrxistin, tiştekî ku ji gel bê veşartine. Ji bo me şeredarî ne endamê şeroktiyê û ne jî meclîsê ye. Tenê gel e. Ji bo me vîna gel a ku der ketiye holê ye.”

Yildirim bal kişand ku şaredarî lingê herî bingihîn ên demokrasiya herêmiye û wiha pê de çû: “Wê demê wê ev hişmendiya ku bi xespkirinê desteserkirî, ji Kopê der bikevin. Wê gelê Kopê li vir be. Ya rast vîna gelê Kopê ye.

Piştî daxuyaniyê girse li pêşiya avahiya navçeya DBP’ê dest bi nobeda bêdem kirin.

WAN

Li Wanê jî qeyûm ji bo şaredariya Îpekyolûyê jî hate wezîfedarkirin. Li Erdîş û Ertemêtanê jî gel li pêşiya avahiyên şerdariyên kom bûn. Gelê ku li pêşiya avahiya şardariya Îpekyolûyê kom bûn daxuyanî da, dirûşma “Zext nikarin me bişkînin” qîr kirin. Hevşaredar Feysel Keser li pêşiya avahiya ku hate dorpêçkirin daxuyaniyek kurt da. Keser anî ziman ku bi girtina deriyê avahiya şerdariyê destdanîne ser şaredariyên me û wiha got: “Em vê bê mafî û bê hiqûqiyê qebûl nakin. Keser bi bîr xist, êmanetê ku gel radestî wan kirî wê heta dawiyê wê xwedî lê derbikevin, qeyûman ti meşrûtyeta xwe nîne.

ERDÎŞ

Li aliyê din Alîkarê Walî Mehemt Şîrîn Yaşar ê ku bi qeyûmê ji bo şaredariya Erdîşê hate wezîfedarkirin, gel ber bi avahiya şerdariya navçeyê ve meşiyan. Polîsên ku gule li hewayê reşandin ku xwestin gel belav bike, li ser vê yekê gireseya gel meşa xwe dewam kirin. Polîsên ku ev biryardariya gel dîtin vê care bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Gel bi keviran bersiva êrîşa polîsan da.

Li Wanê yek ji şaredariya ku qeyûm lê hate wezîfedarkirin jî naçeya Ertemêtane, gel li vir jî li pêşiya avahiya şaredariyê kom bû û kete berxwedanê.

MÊRDÎN

Li navçeya Şermex û Nisêbîn a Mêrdînê ku bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî qeyûm ji bo şaredariya hate wezîfedarkirin gel bi daxuyaniyê protesto kirin. Piştî ku li Parka Aştî ya Nisêbînê kom bûn û şûn de Parlementera HDP’ê yê Mêrdînê Gulseren Yildirim û hevşaredar jî di nav de bi sedan kes û bi dehan xebatkarên şardariyê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok axivî û wiha got: “Li navçeyê şaredariyên ku bi dengên gel û vîna gel hatine hilbijartin bi qeyûman hate xespkirin. Di vê rewşê de darbe li dijî vîna gel, demokrasî û hiqûqê hate kirin. Em vê yekê qebûl nakin.

Kok destnîşan kir ku bi qeyûman vîna gel hate xespkirin û wiha anî ziman: “Li vir hilbijêrekî bi dengê gel hate hilbijartin, bi qeyûman wezîfedarkirina mehmûrekî ne hiqûq û ne jî demokrasî vê yekê qebûl dike. Em jî vê yekê bi ti awayî qebûl nakin.

Daxuyanî bi çepikan ve dawî bû.

ŞEMREX

Li pêşiya avahiya şaredariya Şemrexê ya bi qeyûm ji bo wê jî hate wezîfedarkirin bi daxuyaniyekî çapemeniyê protestokirin. Di çalakiya protestêyê ku gelek xebatkar jî beşdar bûn de Hevşaredar Necla Yildirim axivî û wiha got: “Niha li şardariyên me kesê ku bi qeyûmê hate wezîfedarkirin, xwe mîna bi vîna gel hatiye hilbijartin dibîne. Heta duh hişmendiya ku digotin em li dijî darbeyê ne niha jî darbeyê dikin. em hilbijêr û gelê xwe li vir in, em naçin ti derê.”

Li aliyêd in li dijî qayûmên ku şaredarî hatin desteserkirin û vîna gel li navçeya Xelfetî, Hewag û Wêranşarê ya Rihayê li pêşiya şardariyên xwe dest bi çalakiya nobedê kirin. Gelê ku li avahiya şardariyê nobed digirin, diyar kirin ku li dijî xespkirina vîna gel li ber xwe didin.