Malbatên 34 kesên li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di sala 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin, bi kincên xwe yên reş çûn serdana gorên zarokên xw.e Malbatên ku danê sibehê çûn Şehîdgeha Roboskî, li ser gora zarokên xwe dua kirin.
AMED
Li Amedê, gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin ziyaretkirin. Şaxê MEYA-DER ê Amedê, gora Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê ya li navçeya Sûrê ziyaret kir.
Li vir dua hatin kirin û girseya gel piştre çû Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezanê. Rêveberên MEYA-DER'ê li vê derê gorên endamên YPS/YPS Jinê yên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û gorên gerîlayên HPG'ê ziyaret kirin. Rêveberan bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sohbet kir.