Hevseroka Pergala Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsûf giringiya agibesta ku wê ji sibe û pê ve li Sûriyê li dar be û ev agirbest çawa were bikaranîn wê heq ji krîza Sûriyê derkeve ji ANF’ê re nirxand.
‘GAVEKE ERÊNÎ YE LÊ DIVÊ NAVEROKA WÊ BAŞ WERE NIRXANDIN’
Yûsûf diyar kir, lihevkirina Rûsya û Emrîka ya li ser mijara agirbestê girîng e û lihevkirina di navbera van hêzan de ji bo heq ji krîza Sûriyê derbikevin wê bandorê li hêzên din jî bike.
Yûsûf diyar kir ji bo ku ev lihevkirina û agirbest ji bo krîza Sûriyê çareseriyê xwe re bîne divê ev agirbesta nû weke yên berê bi dawî nebe û ji bo ku encamek jê were standin hêzên din yên ku bi xakan re kêşeyên wan hene jî divê tevlî nav vê agirbestê bibin û got, girîng e ku di vê agirbestê de DAIŞ û El- Nusra weke hev hatine dîtin, ji ber ku ne pêkan e bi van hêzan re ku li Sûriyê terorê bi xwe re tînin agibest were ragihandin.
‘LI DIJÎ DEWLETA TIRK DIVÊ HELWESTEKE ZELAL WERE NÎŞANDAN’
Yûsûf diyar kir ji bo agirbesta bi lihevkirina DYA û Rûsya bi ser bikeve divê li hemberî Tirkiyê helwesta xwe zela bikin û got, ‘’ Heke ev neyê nirxandin û herdû hêzên navnetewî jî li hemberî Tirkiyê nebin xweyî helwesteke zelal, wê agirbesta di navbera DYA û Rûsyayê de dîsa bi dawî bike. Ji bo vê jî em hêvî dikin ku di hevdîtinên di navbera DYA û Rûsyayê de ev rewş hatiye nirxandin.’’
‘DIVÊ NEXŞERÊYA ÇARESERIYA SIYASÎ HEBE’
Yûsûf diyar kir tenê ji hêla leşkerî ve lihevkirin têrê nake ku krîza Sûriyê çareser bike û divê projeyeke demokratîk ku di nav xwe de çareseriya siyasî vedihewîne jî hebe ji bo gelên li Sûriyê dijîn, ‘’ Hêzên QSD’ê îro ji bo ewlekariya gelên Sûriyê li dijî terorê têdikoşe. Di heman demê de ewlekarî û aramiya gelên Sûriyê jî pêk tîne, dîsa ji hêla rêveberî ve jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi giştî kêşeyên civakî çareser dike. Biya min di lihevkirina DYA-Rûsya de divê ev jî hebin.’’
Yûsûf diyar kir gaveke girîng e ku şer were sekinan din lê tenê ev têr nake û wiha pê de çû, ‘’Ev lihevkirin divê tenê ne li ser esasên leşkerî lê her wiha divê li ser esasên siyasî jî be. Di vê lihevkirinê de divê çareseriya siyasî jî hebe. Ji er ku kêşeya Sûriyê ne tenê rawestandina şer e. Baş e, divê ev şer were rawestandin. Lê piştre wê çi bibe? Nexşereya çareseriya siyasî çiye? Di vê nexşereyê de wê cihê gelên Kurd, Sûryanî, Asûrî, Ereb û hwd. ku ji bo krîza Sûriyê bi awayekî demokratîk çareser bibe, federalîzma demokratîk pêşniyar kirine, wê çi be? Gelo çi qasî cihê van di vê lihevkirinê de heye? Ev girîng in. Niha li Sûriyê pêdivî bi çareseriyeke siyasî heye.’’