NÛ BÛ II

Karayilan: Divê di pêvajoya pêşiya me de netewa demokratîk bê avakirin

Karayilan: Di pêvajoya pêş me de hedefa me divê ev be; bi kîjan rêbazî dibe bila bibe em yekîtiya netewa demokratîk pêk bînin, em bi gelên herêmê re, bi gelên Ereb, Tirk û Fars re yekîtiyê pêk bînin, em siyaseta biratiya gelan ji xwe re esas bigirin.

Gerîlayên ku di bin banê Fermandariya Akademiyên Apollon de perwerdehiya xwe dibînin, bi merasîmekê perwerdehiya xwe qedandin. Di merasîmê de endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan axivî û got: ‘’Di pêvajoya pêş de divê hedefa me ev be; bi çi rêbazî dibe bila bibe em yekîniya netewa demokratîk pêk bînin, bi gelên herêmê yên mîna, Ereb, Tirk û Farsan re yekîtiyê pêk bînin, siyaseta biratiya gelan ji xwe re esas bigirin, bi perspektîfa Neteweya Demokratîk, ji bo Rojhilata Navîn a Fedaraliya Demokratîk em têkoşînê geş bikin. Şansê çêbûye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê pêşengtiyê ji vê re bike, divê em vê fersenda dîrokî baş binirxînin û bi biryardariyeke mezin tevbigerin.

Gerîlayên ku li qadên Parastina Medya, li Fermandariya Akademiyên Apollon perwerde didîtin bi merasîmeke leşkerî perwerdeya xwe temam kirin. Di vê merasîmê de Endame Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, Fermandariya Biryargeha Navendî Îrfan Amed û Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed û Gulîstan Gelhat dîplomayên gerîlayên ku mezûn bûne dana dest wan. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ku tevlî merasîma dîplomadayinê bû, têkildarî mijarên girîng ên rojevê axivî û got, li her qadê ew ê berxwedanê geş bikin.

 ‘PIŞTÎ ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3. Ê SERKEFTÎ WÊ KURD BIN’

‘’Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê em di serdemeke pir girîng de ne. Hem ji bo siberoja gelên herêmê û hem ji bo gelê Kurdistanê bûyerên ku îro têne jiyîn girîng in. Weke ku tê zanîn hem li herêmê û hem jî li Kurdistanê şer tê jiyîn. Şerê ku li herêmê tê jiyîn şerê cîhanê yê 3. e. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi şêwazekî nû pêk tê û ev şer bêhtir ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn pêk tê. Ji bo vê jî ev şer hem wê siberoja gelên herêmê û hem jî gelê Kurd û Kurdistanê zelal bike. Dîsa wê zelal bike bê ka li herêmê wê siberojeke demokratîk, azad û wekhev pêk were an na wê pergalên dij demokratîk, dîktatorî pêk werin. Ji bo vê jî tiştên ku di vê pêvajoyê de têne jiyîn ji bo hemû gelên herêmê û hemû dinyayê girîng in.’’ Karayilan diyar kir, piştî şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn dîzayneke din li ser kar e.

Karayilan bi bîr xist yên ku li gorî encamên şer bi ser bikevin, wê berjewendiyên xwe ji xwe re esas bigirin û dîzaynê bikin û wiha pê de çû, ‘’Heta niha li dinyayê du şerê mezin bûne. Di herdû şeran de jî Kurd ne alî bûn lê di herdû şeran de jî têkçûyî Kurd bûne. Di şer de li gel ku Kurd ne alî bûn jî dîzaynên ku hatine kirin bûne sedema têkçûna Kurdan. Weke ku tê zanîn peymanên piştî şerê cîhanê yê yekemîn; Sykes –Pîcot, Lozan, Enqere, Parîs, Qahîre ev peymanên ku ji bo dabeşkirina nû pêk hatin, li gel ku Kurdistan li Rojhilata Navîn welatê herî qedîm jî bû, gelên ku li Kurdistanê dijîn li gel ku xwedan çand û dewlemendiyê bûn jî, Kurdistan înkar kirin û di nav dewletan de hate dabeşkirin. Ango neheqiyeke mezin li gelê Kurd û Kurdistanê tê kirin.

Li hemberî neheqiyên ku têne kirin gelê Kurdistanê bertek nîşan dide lê di dema şer de û di dema xilasbûna şer de Kurd zêde ne bi rêxistin bûn, xeteka zelal nebû, rêxistineke berbiçav nebû. Li Stenbolê Kurdistan Tealî Cemîyetî çêbûn lê her kes di nav xwe de nedihewand. Di rastiyê de gelê Kurdistanê qels bû. Bi taybetî jî serhildanên Kurdan ên sedsala 19’ê hatibûn têk birin. Piştre li Kurdistanê pêşxistina pergala Alayên Hemîdiyê qelşên mezin vekirin. Bû sedem ku di navbera eşîrên Kurd de şer derbikeve. Kir ku di nav gel de nakokî zêdetir bibin.

 Ji bo vê jî dema ku Şerê Cîhanê yê Pêşîn çêbû Kurd birîndar bûn û jar ketibûn. Dema ku şer qediya jî vê rewşê bandora xwe nîşan da. Li gel ku gelek îmkan hebûn jî Kurdan nekarîn li rûmet, nirx û nasnameya xwe xwedî derbikeve û bûne mehkûmê ber destê hêzên emperyal ên bê wijcdan. Wan hêzan jî ji bo armancên xwe yên gemarî, siyasî û ekonomîk Kurdistan mehkûmî mêtingeran kirin û li Kurdistanê înkar bi pêş xistin. Di encama şerê cîhanê yê pêşîn de, di dîzaynê de gelê Kurd bêyî ku şer bike têk çû. Bi peymanên navnetewî heqê Kurdan hate xwarin.’’

Karayilan diyar kir gelê Kurd li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemaye û li Bakurê Kurdistanê ji 1925’an heta bi 1940’an şer hebû û wiha pê de çû ,’’Ji serhildana Şêx Seîd heta bi serhildana Dersimê tim li ber xwe da û bi şer, artêşa Tirk Kurdistan dagir kir. Dîsa li beşên din yên Kurdistanê ango li Başûrê Kurdistanê jî berxwedan hebû. Têkoşîna Şêx Mehmûd Berzencî û têkoşînên piştî wê hebûn. Ev rewş qet nesekînî. Li Rojhilatê Kurdistanê jî berxwedan hebû. Pêngava Simko bi komplo û gelek rêbazên din têk şikandin. Li çar parçeyên Kurdistanê kêferat hebûn. Li Rojavayê Kurdistanê Xoybûn hate avakirin. Xebat hatin kirin ku têkoşîna li hemû beşên Kurdistanê ji vir were birêvebirin û destekkirin. Li ser vê bingehê xebatên rêxistinî, siyasî û dîplomatîk hatin birêvebirin.

Bi kinayî li hemû beşên Kurdistaê li hemberî van neheqiyan berxwedan hebû. Lê ev xebat ne encamgir bûn. Serhildana hatin tepeserkirin. Ne li Bakur, ne Başûr, ne Rojhilat û ne jî Rojava encameke berbiçav ji hêla dîplomatîk, siyasî û rêxistinî bi dest nexistin. Tim hatin perçiqandin, li cihên ku berxwedan, serhildan hebû hêzên mêtinger li wir qirkirin pêk anîn. Li Kurdistanê siyaseta qirkirinê hate kirin. Piştî Lozanê tişta ku li Kurdistanê li dar bû qirkirin bû. Jixwe dewleta Tirkiyê di serdema Osmanî de gelê Ermen bi awayekî fermî qir kir. Bi serê gelê Kurdistanê jî siyaseta qirkirinê ya li zemên hatî belavkirin pêk anîn. Gelên Asûrî û Sûryanî qir kirin. Hem provakasyon kirin û di nav gelan de şer derxistin û hem jî li hemberî gelê Kurdistanê siyaseta qirikirina siyasî pêk anîn.

Kurd bi vî awayê qels ketin pêvajoya şerê cîhanê yê duyemîn. Cihekî aktîf ê Kurdan di nav şer de nebû, bi birînên piştî serhildanê yên tepeserkirin, polîtîkayên qirkirinê re mijûl dibû. Bi taybetî jî birînên li Bakurê Kurdistanê pir kûrtir bûn. Li Başûr jî ji ber zilm û êrîşan tevgera Mele Mistefa Barzanî neçar ma ku ji welêt derbikeve. Lê li Rojhilatê Kurdistanê îmkanek çêbû. Di pêşengtiya Qazî Mihemed de Kurdan xwestin vê fersendê bi kar bînin. Xwestin ji valabûna çêbûyî sûdê werbigirin. Bi vî awayî deriyekî biçûk li Kurdan vebû û xwestin ji wir encamê bigirin û Komara Mahabadê hate ragihandin. Komara Mahabadê li Rojhilat hate ragihandin lê xweyî naverokeke netewî bû. Xwedan sekeneke netewî û demokratîk bû. Li herêmê tiştekî nû bû lê piştre ji bo berjewendiya hêzên hegemonîk bi taybetî jî piştî ku rêveberiy Sowyetê Kurd bi tenê hiştin û bi bêmerhemetiya Ingilîzan pêngava gelê Kurd li Mahabadê dîsa fetisandin û pêşengên wê dar ve kirin. Bi vî awayî jî xwestin ku doza Kurd têk bibin.’’

Karayilan diyar kir ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn Kurdan ti sûd wernegirtin û her wiha hêzên azadîxwaz û demokratîk ê Rojhilata Navîn jî ti sûd wernegirtin. ‘’ Heke pêngava Mahabadê bi ser biketa, zemîneke nû dikarîbû pêk bihata û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdistanê jî dikarîbû berbelav bibe.’’ Karayilan diyar kir, qirkirina ku li Kurdistanê pêk hat bandora xwe li Tirkiyê, Sûriyê, Iraqê û Îranê jî kir.

***

Karayilan diyar kir piştî 1946’an qirkirina siyasî berdewam kiriye û wiha pê de çû: ‘’ Ji bo ku dewleta desthilatdariya xwe zexm bikin û şîdeyê bi kar bînin zemînek çêbû. Jixwe piştî vê Rejîma Baas li Iraq û Sûriyê ava bû, bi hîsên otorîter, nîjatperest êrîş birin ser Kurdan.

Ji bo ku Kurdan bi temamî tine bikin li Kurdistnê qirkirina fîzîkî kirine qirkirina spî. Ji bo Tirkîkirinê bi awayekî berbelav pergala perwerdehiyê pêş xistin. Bi gotina ‘Tirkiye ya Tirkan e’’, her kes dizane yek ji wezîrê wê serdemê Mahmût Esat Bozkurt got, ‘’Li Tirkiyê Tirk hene, heke wê behsa hin gelên din bikin, ew kole ne û divê xizmetê ji efendiyên xwe re bikin’’ Dîsa piştî têkşikîna serhildana Agiriyê goreke çêkirin û gotin ‘’Kurdistana Muhayyel li vir metfûn e’’(‘’Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’’) Van xwestin ku gelê Kurd bi temamî bikine kole, bikine Tirk û bi vî awayî bi temamî ji holê rabikin. Qirkirina spî bi vî awayî bi hemû hijmeta xwe sepandin. Bi vî awayî gelê me ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn sûd wernegirin û derb xwar.

Wekî li nha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêk tê û piştî vî şerê li herêmê wê dîzayenek were kirin, wê demê ev dîzayn wê çawa be? Ev xalake girîng e. Eşkere ye ku di vî şerî de wê rewşa Kurdan cihê be. Beriya her tiştî di salên 70’yî de pêngava Rêber Apo li Kurdistanê serdema nû bi xwe re anî. Stratejiya Kurdistanê û bernameya wê hate pêşxistin, ramana wê hate çêkirin, gelê Kurd bi fikra serdema xwe re kire yek, li Kurdistanê şoreşe ramanî û sosyal pêk hat. Bi kurtasî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji gelek pêvajoyan derbas bû. Hem Bakur, hem Başûr, hem Rojhilat û hem jî Rojavayê Kurdistanê ji gelek qonaxan derbas bû. Niha em baş pê dizanin ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di astekê de ye. Ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê têk bişikînin komploya navnetewî pêk anîn. Ji bo gelê Kurd qels bikin li Kurdistanê şerê navxweyî pêk anîn. Lê li gel van hemû êrîşên dijmin jî, li gel êrîşên hêzên komploger ên navnetewî jî, li gel dîlbûna Rêbertî jî nekarîn pêşî lê bigirin ku li çar parçeyên Kurdistanê mezin bibe, berz bibe.

Bi taybetî di pêvajoya vî şerê herêmê de, ku em jê re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dibêjin, êdî gelê Kurdistanê weke berê ne qels e. Gelê Kurd di v îşerî de bû hêz, vîn û alî. Jê bêhtir hêza herî li pêş, bûyî vîn û şer bi pêş xistî bû Têkoşîna Azadiya Kurdistanê.’’

 ‘AKP DEMA KU DÎT KURD BI SER DIKEVIN ÊRÎŞ GIRAN KIRIN’

Karayilan diyar kir li herêmê neheqî hene û wiha got, ‘’Li herêmê neheqî hene. Gelên li herêmêtiyê adalet, demokrasî azadî, wekhevî û parvekirine dadmend in. Li herêmê gel di nav lêgerînekê de ne. Hin hêzên paşverû yên weke selefiya xwestin pêşiya vê bigirin. Li dijî vê pergala neheq, berteke di nav gelê Eereb de xwestin li dor tevgerên selefî bi rêxistin bikin û bi vî awayî xwestin ku doza gelên gerêmê ya azadiyê û doza wê ya demokrasiyê berovajî bikin. DAIŞ bi vî awayî derxistin pêş. Ji bo gelên ku azadiyê, demokrasiyê, biratiya gelan li herêmê bikin vîna proveke bikn û berovajî bikin tevgerên wiha weke mayinên serserî li herêmê derxistin. Ne tenê weke rêxistinekê bi gelek rêxistinan derxistin pêş. Bi vî awayî xwestin potansiyala gelên herêmê ji qewet bixiin. Niha herêm bûye gola xwînê. Li Sûriyê kevir li ser kevir nehiştin, tertûbelav kirin. Iraq jî wiha, li herêmê birînên gel têne axaftin, dixwazin nakokiyên mezhebî bikolin û zêde bikin û şer kûrtir bikin. Bi heman awayî meylên şowenî jî di nav gel de bi pêş dixin, dixwazin şer giran bikin.

Îro ji bo armancên xwe yên qirêjî pêk bînin û dîsa gelên herêmê bêvîn bikin û ji bo ku bikaribin li gorî daxwaza xwe par ve bikin, dek û dolaban li ser herêmê digerînin. Armanca sereke ev e. Li Rojhilata Navîn li dijî van hêzên kujer û cellad ê herî girîng Kurd in. Bi taybetî jî Şoreşa Rojava li hemberî van hêzên çete têkoşîneke înkar bi rê ve bir. Weke ku tê zanîn li Şengal û Başûrê Kurdistanê êrîş çêbûn. Li ser Kurdên Êzîdî bi mebesta ku nava Kurdbûnê vala bikin, li Êzîdxanê dest bi êrîşên giran kirin. Piştre êrîş birin ser Kobanê. Weke ku tê zanîn Tevgera Azadiya Kurdistanê, gerîlayên Apoyî li pêş van êrîşan rawestina û ew dane rawestandin. Şerekî giran hem li Şengal, li Kobanê û li Başûr û Rojayê Kurdistanê çêbûn.

A rast mêtingeriyê di vê serdemê de polîtîkayên ku Kurdan ji qewet bixin û qes bikin pêk anîn. Li dijî Rojava şerê ku bi El Nusra, El Ehrarî Şam bi rê ve dibirin, li bakur bi pêvajoya agirbestê bi mebesta perçiqandin û manewrayên fetisandinê bûn. Lê ji ber ku têkoşîna şoreşger şert û merc rast bi kar anîn, nekarîn pêşî li berzbûna şoreşa Rojava bigirin. Şoreşa Rojava tenê Rojava rizgar nekin her wiha şoreşa demokratîk hilda hemû asta Sûriyê. Li Bakur jî têkoşîna azadiyê bi berz bûnê ji bo beşên kedkar ên Tirkiyê bû hêviyek. Ev rewş bi awayekî herî berbiçav di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de xuya bû.

Bi vî awayî hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Rojava bi geşedana pêvajoya şoreşî, pêşketin berxwedana Şengalê, ji hêla têkoşîna azadiya Kurdistanê ve, rê li ber deriyên navnetewî vekir. Bi taybeyî jî berxwedana şervanên Apoyî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji hêla hemû dinyayê ve bi sempatiyê hate pêşwazîkirin û slavkirin.

Ev geşedanên ku bûyin tirs û xofeke kir dilê hêzên mêtinger de. Hêzên mêtingerên Kurdistanê, her çendî di navbera wan de nakokiyên kûr hebûn jî, di xeta Kurdistanê de heman helwest nîşan dan. Bi vê tirs û xofê li ser Rêber Apo êrîşeke giran a tecrîdê dane destpêkirin. Dîsa li dijî tevgera azadiyê êrîşên giştî dane destpêkirin. Bi kurtasî di encama vî şerê cîhanê yê sêyemîn de, ji bo ku Kurd ji şert û mercan sûd wernegirin, mêtingeriya kûr sazkar bû û êrîşên curbecur li ser vê zemînê pêk hatin.’’

Karayilan diyar kir, rejîma AKP’ê ye di pêşengtiya Erdogan de man û nemana xw bi fetisandina şoreşa Kurdistanê ve girêdaye, rejîma AKP’ê bi rakirina nîjatperestî û şowenîzmê ya li Tirkiyê, hedef kiriye ku desthilatdariya xwe mayinde bike, bi awayekî nedîtî nîjatperestî û dijminatiya Kurdan polîtîkayên faşîzan bi pêş dixe, tenê ne li dijî Kurdên di nav sînorên wan e, ji bo têkoşîna azadiyê ya li parçeyên din jî bifetisîne êrîşan tîne.

***

 Karayilan diyar kir ev hişmendî hebûna xwe di fetisandina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de dibîne û wiha dom kir : Ji bo vê jî gotin, ‘’An mirin an îstîklal’’. Di dinyayê de mînaka vê nehatiye dîtin; gelekî ku zimanê wî lê hatiye qedexekirin, welatî wî hatiye mêtin, dest li ser hemû dewlemendiyên wî hatiye danîn, lê ev dewleta ku ev mêtingerî pêk aniye, heqxwestina Kurdan ji bo xwe weke meseleya man û nemanê dibîne û dibêje, ‘’An mirin an istîklal’’ Îstîklala xwe di qirkirina Kurdan de dibîne. Hişmendiyeke ev çend şoven, nîjatperest hebûna xwe di vir de dibîne. Niha desthilatdariya AKP’ê ketiye vê rewşê de, hebûna xwe bi vî şerî ve girêdaye! Ji bo vê jî dibêje, ’’An îstîklal an jî mirin’’ Ji bo vê armanca xwe pêk bîne, dixwaze bi fitne û geleciyan dixwaze di nav Kurdan de şer derxîne, hin komên Kurd dibe cem xwe, wan ji xwe re dike palpişt û li ser vê bingehê jî dixwaze pêngava azadiya Kurdistanê pûç bike. Armanca wan ev e; di siyaseta Kurd de dixwazin parçebûnê pêk bînin, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengtiya Apoyî li Rojava û Bakurê Kurdistanê biçewisînin. Wan bi vî awayî şerekî taybet plan kirine. Sedemê van hemû geşedanan jî weke Rêber Apo dibînin. Ji bo vê jî bi ser Rêber Apo de êrîşên giran pêk tînin.

 ‘GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ PERGALA TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊ YE!’

Di şexsê Rêber Apo de bi ser siberoja gelê Kurd û hbûna gelê Kurd de êrîşên giran hene. Sîstema Îmraliyê ne tenê sîstema tecrîdê ye,her wiha sîstema êşkenceya psîkolojîk e jî. Sîstemeke wiha ye ku dixwazin ji hêla psîkolojîk ve tine bikin û radest bigirin. Bi vê polîtîkaya ku li Îmraliyê dimeşînin, nikarin Rêber Apo radest bigirin. Ji bo vê jî tecrîdê girantir dikin û dixwazin psîkolojiya gel xira bikin. Şerê ku tê kirin şerê îradeyê ye. Ew dixwazin îradeya gelê Kurd bi vî awayî têk bibin. Dixwazin psîkolojiya gelê Kurd têk bibin. Divê em vê baş bizanin; êrîşên bi ser Rêber Apo de, êrîşên bi ser hebûna gelê Kurd, siberoja wê û îradeya wê de ne. Ji bo vê jî dijmin di van êrîşan xwe de rikdar e. Zemîneke van êrîşan a zagonî, hiqûqî û exlaqî nîn e. Li ti devera dinyayê tiştekî wiha nehatiye dîtin. Lê dewleta AKP’ê bi bê cûdaniyeke mezin vê êrîşê bi ser gelê Kurdistanê de û nirxê wê de pêk tîne.

Lê gelê Kurd îro rewş fêhm kiriye û li Rêbertiya xwe xwedî derdikeve. Kurd bi vê dizanin; ku li Rêbertiya xwe xwedî dernekeve, nikare li vîna xwe, siberoja xwe, azadiya xwe xwedî derbikeve. Ji bo vê jî girêva birçîbûnê ya siyasetmedaran a li Amedê, girêva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya li Strasboûrgê, dîsa li Rojava û Rûsya çalakiyên ku pêk tên watedar in. Li dor vê çalakiyên gelê Kurdistanê yên ku curbecur pêk tînin girîng in. Girtîgeh jî wê dest bi girêvê bikin û weke sala 2012’an, jê jî mestir wê rê li ber pêla berfireh a berxwedanê vekin.

Rejîma AKP’ê ya ku ev dîtî ji bo ku pêşî li vê pêlê bigire, biryara ku Rêbertî bi malbatê re hev bibîne îro di çapemeniyê de derket. Ev encama berxwedana bilindbûyî ya gelê me ye. Careke dî em pêşengên van çalakiyan ku hêza gel nîşan dan slav dikin. Lê nêzîktêdayinên derengmayî hene. Di wextê xwe de, û bi awayekî berfirehtir gelê me û tevgera me divê li Rêbertî xwedî derbikeve, ev peywirek e. Di vê mijarê de têrnekirî peyda bûne. Lê mesele ne ew e ku Rêbertî bi malbata xwe re hevdîtin kiriye yan na. Helwestên ku têkoşînê bi vê re sînordar dikin helbet şaş in. Kêşe sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Imraliyê ye ku Rêber Apo di nav de ye. Heta ku Rêber Apo li wir be ev kêşe wê berdewam be. Çareseriya kêşeyê encex bi azadbûna Rêber Apo pêkan e. Ji bo vê jî divê hedef ew be ku dawî li pergala tecrîd û êşkenceyê ya Imraliyê were. Hemû çalakiyên gelê me di vê bi vê helwestê bin. Hedefa tevgera me ya azadiyê jixwe ev e. Çareseriya ji bingeh ve ya Rêber Apo, azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya gelê Kurd.’’

Karayilan diyar kir, hin siyasetmedarên Kurd ku carinan ji ber dilzîzbûna wan gelek tiştên ku divê neyên gotin jî dibêjin û wiha pê de çû, ‘’Carinan titşên ku em nikarin bînin bîra xwe jî bi carekê re dibêjin. Gotinên wiha şaş in. Rast e, dijmin li dijî Rêbertî hin agahiyên lewitî belav dikin û şerê psîkolojîk dimeşînin. Ev li cem me jî rê li ber fikaran vedike. Lê weke tiştên ku dibêjin, di rewşeke wiha de ku êrîşên krîtîk û taloke pêk werin, rewş hat xwe li meseleya jiyanî xist, Fedaîyên Têkoşîna Kurdistanê wê ne temaşevan be, di cih de wê bikevin dewrê. Tabûra Nemiran a ku ji bo vê hatiye birêxistin tim di nobetê de ye. Lê agahiyên heyî dikin ku em bi baldarî tevbigerin û hesas nêzîk bibin. Agahiyên ku di nav kêmbûna agahiyê de bi vî awayî ne. Ji bo vê jî divê em her tiştî bi pîvan bigirin. Divê her kes wiha bizanibe. Bi tayebetî jî Erdogan û hikûmeta AKP’ê divê bizanibin ku her tiştekî sînorê wê hene. Em sînoran diparêzin lê divê ew jî pê li sînoran nekin. Ku pê lê  bikin ji encaman ew ê berpiryar bin.’’

 ‘LI DIJÎ HEBÛNA KURD ŞEREKÎ GIŞTÎ TÊ BIRÊVEBIRIN’

‘’Em dizanin ku îro di şexsê Rêbertî de li hemberî hemû hebûna Kurdan in. Jixwe vê di pratîkê de jî dibêjin. Îro li ser rûmeta gelê Kurd êrîş hene, li ser siyasetmedaran. Ji bo ku destlênedanê rakin, qanûn derxistin, dixwazin her kesî darezînin. AKP’ê digot: ‘’Her tişt gel e, îradeya millî ye’’ kanî îradeya millî? Dixwazên destlênedana ku ji hêla gel ve hatin hilbijartin rakin, û wan darezînin. Ka e vîna gel bûn? Hevserokên şaredariyn bi sedî 80’an hatin hilbijartin, lê niha dixwazin wan ji peywirê bigirin, dixwazin li şûna wan memûran deynin. Naxwe kanî demokrasî, vîna gel? Tiştekî wiha nîn e. Divê ev gel jî vî tiştî qebûl neke’’ Karayilan diyar kir, Kurdistan mêtingerbûyî ye û hatiya dagirkirin. Karayilan diyar kir ev 93 sal in Kurdistan di statûya mêtingeriyê de ye û wiha got: ‘’Qanûn û hiqûqê mêtingeriyê jî heye. Li Dêrsimê û qadên hwd. de di dema qirkirinê de, di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de di astekê de qanûnên mêtingeriyê hebûn, hiqûqa mêtingeriyê hebûn. Niha qanûna mêtingeriyê jî hatine rakirin.

Niha li Bakurê Kurdistanê ne hiqûq ne jî qanûn hene. Ango qanûna mêtingeriyê jî nîn e. Çi heye? Nêzîkatiyek kêfî heye. Mînak niha nêzî 11 hezar mamosteyên Kurd ji peywirê hatin girtin. Yanî em weke tevger memûrtiya Tirk rast nabîni, di rastiyê de em vê weke xizmeta li pergala mêtinger dibînin. Jixwe ji ber ku me memûrtî red kir em bûne şoreşger. Dîsa jî ev Kurd in, bi awayekî memûrtî qebûl kirine û bûne mamoste, îro ji van re dibêjin, hûn Kurd in, alîgir in û ji peywirê têne girtin. Ev hişere dijminatiya li Kurdan e. Bi awayekî hişkere dijminatî ye.

Me dît ku li Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Farqîn, Hezexê çi kirin. Heke dewletek ne dijmin be bajaran kavil nake. Vê dewletê li wan deran dijberiya xwe, dijminatiya xwe nîşan da. Îro jî êrîşên bi ser Rêbertî de, bi ser siyasetmedar, parlamenter, hevserokên şaredarên, mamosteyên Kurd de vê nîşan didin. Li hemberî hemû hebûna Kurd di nav êrîşê de ne. Hemû çiyayên Kurdistanê ji xwe re dikine hedef. Hemû daristanên Kurdistanê dikine hedef. Heywanên li Kurdistanê dikine hedef, êrîşî hemû tiştî dikin û bi awayekî wan dikujin, zindî dişewitînin. Bi van hîsên nîjatperest, şowenî, faşîst civaka Tirk şaş arest dikin, bi agahiyên şaş, bi ajîtekirinê, dixwazin berê xwe bidine hemû Kurdan. Yan wê bibine kole yan jî teslîm bibin. Jixwe Erdogan got, ‘’an hûn ê serê xwe bitewînin, an jî hûn ê serê xwe bidin’’ Yanî dibêje, ‘’an hûn ê kole bin an jî ez ê serê we bibim’’’ Vê siyasetê dikin. Ji bo vê jî derewan li civaka Tirk dikin û ajîte dikin.

Şerekî berfireh ê psîkolojîk tê birêvebirin. Ji 30’ê Tebaxê ve li herêma Zagros, Çelê û Ertûşê operasyon dane destpêkirin, di heman de li Tendûrekê û Dêrsimê operasyon dane destpêkriin, beriya wê jî li Amedê operasyon dane destpêkirin. Leşkerên wan 5 rojan di bin kontrola gerîlayên azadiyê de man. Perîşan bûn, 86 leşker mirin. Lê dibêjin, ‘’8 windahiyên me hene’’ Dibêjin, ‘’Me li wir gerîla paqij kirin’’ Lê bi zorê sivîl kirin navberê û wiha xwe ji wir xilas kirine. Dibêjin, ‘’Me li Ertûşê 188 gerîla îmha kirin’’ ev derew e. Windahiyên xwe nabêjin. Nêzîkî 100 miriyê wan çêbûn wiha du gir bi dest xistin, vê ji bo xwe weke serkeftinê nîşan didin, agahiyên şaş didine civaka Tirk. Bi vî awayî civakê bi hîsên şowenî tevdigerînin û weke ku Kurdistanê ji nû ve feth bkin, dibêjin, ‘’ev şerê me yê man û nemanê ye’’ Ev ne şerê man û nemanê yê Tirkiyê ye. Ev şerê rejîma AKP’ê yê man û nemanê ye.’’

Şerê mêtingeriyê weke ku şerê hemû Tirkiyê ye nîşan didin. Na, em bi gelê Tirk re dost in. Em heta niha dixwazin di nav sînorên Tirkiyê de çareseriyê pêk bînin. Em heqên xwezayî yên Kurdan dixwazin. Heqê hemû gelên ku li dinyayê dijîn çi be em jî wan heqan dixwazin. Lê gotinên wiha nîjatperest û dijminane zorê li me dikin ku em hilbijartinên din bikin. Helbet vebijêrkên me hene, vebijêrkên me yên cihê hene. Ev siyaseta mêtingeriyê me ber bi tiştekî dî ve tehf didin.

Tenê ji bo ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bifetisînin Tirkiyê dixin ber bazarê. Ji bo ku pêşî li têkoşînê bigigirin her tiştê Tirkiyê didine ber firatanê. Xwe radestî Rûsyayê kirin, Îsraîlê kirin. Ew qas dijûn li lîderê Sûriyê kirin, dijminatî kirin, lê xwe avêtin ber lingên wî. Li Sûriyê gelê Kurd heta niha zilm diditiye, gelekî mezlûm e. Niha li Sûriyê şertên avabûna sîstemeke federal hene, di nav vê çarçoweyê de Kurd jî wê bigihijin heqên xwe vê qebûl nakin. Çima? Ji ber ku Kurd in. Ku Kurd ne li wir bûna wê ev bikirana? Na, hişkere ye ku li dijî Kurdan şer dikin. Tenê êrîşî Kurdên di nav sînorên Tirkiyê de ne nakin, êrîşî hemû Kurdan dikin. Vê hişkere dikin, nîjatperestiyê dikin. Nîjatperestiya di vê astê de nehatiye dîtin. Mixabin hêzên navnetewî lê temaşe dikin.’’

 ‘’DARBEYA AKP’Ê BERÊ XWE DAYE KURDAN’

Karayilan diyar kir dewleta AKP’ê li dijî hemû hebûna Kurd, Rêbertiya wê û siyaseta wê ketiye nav êrîşê û serokwezîrê wan bi devê xwe gotiye: ‘’Ew ne di parastinê lê di tearrûzê de ne’’ û bi vî awayî jî ev êrîş resmî kirine.

‘’Qanûn nîn in, êrîş, fethkirin û kuştin hene. Jixwe serkeftinên xwe dibêjin,; ‘’Me ev qas bombe avêtin, me ev qas kes kuştin’’ bi vî awayî dixwazin xwe serkeftî nîşan bidin. Zarokên Tirkan li van çiyayan didine kuştin, hijmara wan jî înkar dikin. Hişmendiyeke wiha nîjatperest û dûr heye. Şerê taybet û psîkolojîk li hemû Tirkiyê bi rê ve dibin, ne tenê li Kurdistanê li ser gelê Tirk jî bi rê ve dibin.’’ Karayilan got, ji bo kesên dijberê xwe, demokrat, sosyalîst û çepgiran biçewisînin her tiştî dikin’’ û got, berê Erdogan û Fethillah hevkarê hev bûn, weke du birayan bûn, pir nêzî hev bûn, ji ber ku ji heman kanê hatibûn û dixwarin.

Karayilan diyar kir, Erdogan û Gulen yek in û heta niha jî kesek cihêtiya wan nizme û wiha berdewam kir, ‘’Piştre li ser çerxên talankirina dewletê, bi xwe xistina dewletê, li ser desthilatdariyê li hev nekirine û bûne dijberê hev. Pêşî hev pûç kirin, piştre bi darbeyê şerê hev kirin. 15’ê Tîrmehê şerê AKP û Fethillah ê desthilatdariyê ye. Ev ne şerê demokrasiyê ye. AKP vê berovajî dike û jê dixwe. Wek ku Fethillah darbeya leşkerî kir û ew jî demokrasiyê dixwazze. Na, ew jî heman tiştî dike û darbeyê dike. Ya ku ew dike ji ya Fethilah bêhtir dij-demokrasiyê ye. Bi 10 hezaran kes ji peywirê girtin, bi 10 hezaran kes avêtin girtîgehê. Kanî dadmendî, kanî heqê şex û parastina wan? Kanîn ev? Hiqûq kanî, çawa di şevekê de 60 hezar kesî ji peywirê distînî. Têkildarî 11 hezar mamosteyên Kurd ku ji kar hatin avêtin delîl hene? Na, têkildarî wan ti tişt nîn e.

Dixwazin şaredariyan desteser bikin. Li gorî agahiyên me bi mehan bi mufetîşên xwe ev şaredarî kontrol kirin û ti nelirêtiyek nehatiye dîtin. Li gel vê jî dibêjin; ‘’Ev şaredarî pereyan dişînin çiyê’’ Ev derewek e mezin e. Em dixwazin şaredarek welatparêz xizmetê ji gel re bike. Hemû pereyan bêxe bin xizmeta gel. Heke pereyan ji me nexwazin, em ne hewceyê wan in. Em ne hewceyê şaredariyan in û ji wan pereyan naxwazin. AKP û her kes divê bizanibe ku em weke PKK’ê xwedan hêz in, ekonomiyek me û siyaseteke me heye. Em ne hewceyî hinan in ku çend qirûşê şaredariyê bibin û ji bo xwe bi kar bînin. Em dixwazin xizmetê ji gel re bikin. Jixwe ti pereyekî jî nadin şaredariyan. Wan jî tespît kir ku yek qirûş neçûye derve. Dîsa jî derewan dikin. Li ber kamereyan dibêjin, ‘’ji çiyê re pereyan dişînin’’ Ev dereweke e mezin e, yek qirûş jî nehatiye. Ji bo ku dest li ser şaredariyên welatparêz ên Kurd deynin û şaredaran ji peywirê bigirin van derewên wilo dikin.’’

‘BERSIVA AKP’Ê JI BO ÇARESERIYÊ TEARÛZ E’

Karayilan diyar kir, siyaseta li ser derew, înkar, psîkolojîk û şer tê birêvebirn û wiha domand: ‘’Hem li ser civaka Tirk lîstikeke mezin heye, hem li dijî hemû muxalîfan êrîş heye, li hemberî Kurdan polîtîkaya qirkirinê heye. Em dikarin vê ji AKP’ê bipirsin: Bûyerên li dijî Kurd ev nêzî 200 salan e heye, hê di 1803’yan de, li Koysancak’ê, bi serhildana Abdullah Babanzade, di navber Osmanî û Kurdan de destpê kir û heta roja me hat. Li Kurdistanê we ew qas komkujî pêk anîn we tiştek bi dest xist? Na. Niha hûn ê çawa tiştekî bi dest bixin? Hûn radibin serekwezîrekî memûr radikin, hê nizane biaxive. Berdestikê Tansû Çîller hûn dikin wezîrê karê hundir, dibêje ‘’Ya herro ya merro’’ Hûn ê wiha bibin dewlet? Ên beriya we çawa çong li Kurdan neşikandin hûn jî nikarin. Em li 200 salên dawî binerin hûn dikarin encamê bigirin? Hişkere ye ku ji bo desthilatdariya xwe divê xwîna Kurd û Tirkan birijîne. Ev ji bo desthilatdariya qirêjî van dikin.

Ew jî dizanin ku wê nikaribin me têk nebin, nikarin bi me gav bi paş ve bidin avêtin. Lê dibêjin, em ketine êrîşê, di tearûzê de ne. Li ser navê dewleta Tirk bi eşkereyî dibêjin, ew li dijî gelê me ketine tearûzê. Beriya vê bi demekê hin dewletan, saziyên navnetewî, hin sazî û rêxistinên netewî, hin rêxistinên dost û dewletan ji me xwestin ku em pêvajoyeke nû bidin dest pê kirin. Ji bo ku meseleya Kurd bi rêyên aştî û diyalogê çareser bibe. Em dizanin ku heman daxwaz li dewleta AKP’ê jî hatine kirin. Lê AKP bersiva da daxwaza çareseriyê ya van hêzên demokratîk. Çi got? ‘’Em ji parastinê derketin û ketin rewşa êrîşê’’

Em jî bang li wan hêzên dost û saziyan û wan dewletan dikin û daxwaz ji me kirin, binerin, dewleta Tirk li dijî me tearûz ragihandiye. Em ê li dijî vê tearûzê bi paş ve gav bavêjin, radest bibin? Na, ev ne pêkan e. Di vê mijarê de rûmeta gelê me heye. Ji bo rûmeta gelê me û siberoja wê em ê bersivê bidin. Êrîşên bi ser gelê me, siyasetmedarên me de, yên bi ser hebûna Kurd de nayên qebûlkirin Li dijî van êrîşan heqê me yê xweparastina rewa heye û em ê vê heqê xwe bi awayekî rast, di cihê rast de bi kar bînin. Li dijî van êrîşan tenê bersivek hewce ye; berxwedan. Bi ber berxwedanê ev êrîş dikarin werin şikandin, rûmeta mirovahiyê were parastin û rê li ber serkeftinê were vekirin.

Em ketina qonaxa serkeftinê. Tirsa wan ji vê ye. Sedema van êrîşan çiye? Têkoşîna me êdî hatiya encamê bistîne. Ji bo ku encamê netsîne van êrîa dikin. Ji bo vê jî em ê bi biryardarî ber bi şoreşê ve bimeşin.

Bi bilindkirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê em vê siyaseta nîjatperest û qirker bişikînin. Hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyê li hemberî vê hişmendiya faşîst têkoşîn hem peywira mirovî û hem jî demokrastiyê ye. Di vê mijarê de hemû hêzên dijî faşîzmê û nîjatperestiyê divê hevkariya hev bikin û têkoşîna gelan bi awayekî xurttir bidin û ev jî peywira sereke ye. Ji bo şikandina vê hişmendiya faşîst û serewerîxwaz, em amade ne ku çi kesê dixwazê têkoşînê bike, bikevin diyalogê. Heke wê dawî li sîstema nîjatperest, faşîst were em ji her cure çareseriyê re jî amade ne. Lê li hemberî vê helwesta êrîşkar û faşîst peywira her demokrat û welatparêzî heye; berxwedan. Peywira me ev e.

Di vê mijarê de hemû derdorên navnetewî û demokrat divê rastiya rejîma AKP’ê bibînin. Rejîma AKP’ê nîjatperest e. Dixwazin Kurdan qir bikin û li Rojhilata Navîn li gorî xwe sîstemeke serwerîxwaz ava bikin. Bi êrîşên li ser Rojava jî hate dîtin ku niyet ne baş e. Niyet ne ew e ku li dijî DAIŞ’ê şer bikin, hê beriya bi çend rojan jî bi DAIŞ’ê re di nav tifaqê de bû. Îhtîmal heye ku hê jî pê re di nav tifaqê de be. Ew di rastiyê de li dijî Kudan û demokrasiya Sûriyê tevdigere. Raya giştî ya demokratîk divê vê rastiyê bibîne. Bêdengnemana li hemberî girtîgeha Imraliyê û zilma li Kurdistanê peywira mirovbûnê ye. Niha kesek nikare bibêje me, ‘’Li hemberî van êrîşan bêdeng bin, teslîmî vê hovîtiyê binin û bêdeng bimînin’’ Na, heyin û mirovbûn bi berxwedanê ye. Êdî ev rastiyek e’’

 ‘TU KURD Û DEMOKRAT LI CEM AKP’Ê DIVÊ NESEKINE’

Karayilan diyar kir ,ti Kurd û demokrat ku ji xwe re dibêje, ‘Ez mirov im’, divê li cem vê siyaseta qirrêj nesekine û pişta wê negire û got, heta niha gelek kesan digot AKP li Bakurê Kurdistanê wê çareseriyê bîne, hin Kurd ketine nav AKP’ê û gotin ‘’Erdogan wê arîşeya Kurd çareser bike’’ û wiha berdewam kir, ‘’Lê hate fêhmkirin, tiştên ku Erdogan ji bo arîşeya Kurd gotin, di nav çarçoweya şerê taybet de hatiye gotin. Niyeta wî ya rast ne çareserî lê qirkirina Kurdan, bêvînkirina Kurdan e. Ev êdî bi zelaî diyar bûye. Kesê ku ji xwe re Kurd, welatparêz, demokrat dibêje divê li cem AKP’ê nemîne. Derkevin û helwestên nîşan bidin. Heke ku endamek ji vê xakê be divê divê tu li cem nîjatperestên dij Kurdan nemînî. Tu li cem bimînî sûc dikî. Li Kurdistanê siyaset normal e, her kes dikare siyasetê bike lê nayê qebûl kirin ku mirov li hemberî siyaseta ku her roj dixwaze gora Kurdan bikole, her roj Kurdan dikıje û êrîşê Rojava dike bêdeng bimîne, lê li nav wê mayin teqez nayê qebûlkirin û sûc e. Kesê ku ji xwe re welatparêz û demokrat dibêje, Kurd be ne Kurd be divê li dijî vê siyasetê raweste.

AKP ya k li ser Kurdistanê şerekî şêytanî dimeşîne li ser cerdevanan jî lîstikên gemarî dike. Divê cerdevan neyên vê lîstikê. AKP bi zêdekirina meaş, bi hin tiştên din dixwazin wan bikin malzemeya vî şerî. Divê kes bi van lîstikan nexape. Têkoşîna Kurdistanê gihaştiye asta serkeftinê. AKP dixwaze pêşiya vê bigire û Kurdan bi Kurdan bide şikandin. Niha gerîla we hedef nagire. Lê divê hûn jî gerîla hedef negirin. Nebin dedektorê AKP’ê, li pêş dewleta mêtinger nemeşin. Helek herêm, bi taybetî dewleta Tirk dixwaze li Xerzanê konetiyan bike, ji bo herêmên ewlekariyê biparêze cerdevanan bi kar tîne. Cerdevanên li vê derê divê xwe nekin amûr, divê kes xwe di destê dewleta Tirk de neke mertal û detektor.

Di nav vê çarçoweyê de banga me ji bo hemû cerdevanan ev e; ew ne di hedefa gerîlayên Azadiya Kurd de ne. Lê yên ku li cem dewletê cih digirin û dixwazin xwîna gerîla birijînin wê bersiva hewce were dayin. Em êdî ji wan re cerdevan na, kontra dibêjin. Bila kes nebe kontra. Weke hin dewletên din dikin, dewleta Tirk jî dixwaze ji cerdevanan tîmên taybet ava bike. Ev talokeyeke mezin e. Divê kes tevlî van hêzan nebe. Dixwazin weke tîma xencerê tiştên kontra bi van bikin. Ev ew polîtîka ye ku dixwazin Kurdan bi Kurdan bişikînin. Biborin ev polîtkaya ‘’Kuçikan bera kuçikan bidin’’ Ev siyaseteke klasîk e û divê kes neyê vê lîstikê.’’

 ‘SIYASETA KURD DIVÊ ALIYÊ XWE RAST DIYAR BIKE’

Karayilan diyar kir, siyaseta Kurd bi taybetî jî siyaseta Başûrê Kurdistanê û siyasetmedarên PDK’ê divê dostaniya xwe ya bi AKP’ê re di ber çav re derbas bikin, divê dawî li vê siyasetê bînin û wiha got: ‘’îro li cem AKP’ê dimînin, AKP jî Kurdan parçe dike û dixwaz wan bera hev bide. Piştre jî dixwazin hemû Kurdistanê tune bikin. Divê çeqlê ku li ser nebire, nekeve şaşîtiyeke wiha. Li cem dijminekî wiha nîjatperest cih negirin. Me berê digot, Erdogan weke Sedam e. Lê niha 7 caran rehmet li Seddam. Daye pêşiya Sedam. Sedam ti carî êrîş nebiriye ser Bakur, Rojava û Rojhilat. Niha ev bi leşkerên xwe li Rojava ne. Ango dane pêşiya Sedam jî. Rêxistineke ku ji xwe re dibêje ez Kurd im û ji bo Kurdistanê têdikoşim dikare li cem hêzeke wiha bimîne? Bêguman her siyaseta Kurd dikare bi hêzên derve re têkiliyê deyne lê ne bi dijminê sondxwrî yê Kurdan re.

Li ser vê bingehê em bang dikin, her kes di vê mijarê de bila şaşîtiya xwe bibîne û ji vê şaşitiyê vegere. Divê nebe lîstîka parçekirinê ya mêtingeran. Nebin maşik da ku Kurd parçe nebin û xwîna hev nerijînin. Divê ji şaşîtiyê vegerin û di platforma netewî de bibin yek. Di pêvajoyeke ev çend dîrokî de ku stratejiya Kurd ev be serkeftin sedî sed e. Ku yekbûn nebe jî têkoşîna azadiya Kurd dîsa wê serkeftinê mîsoger bike. Lê vê carê bi têkoşîneke hê mestir. Ji bo vê jî di pêvajoya pêş me de hedefe ma divê ev be; bi çi rêbazê dibe bila bibe em yekitiya netewî ava bikin, bi gelên herêmê, Ereb, Tirk, Farsan re bibin yek, em biratiya gelan ji xwe re esas bigirin, bi perspektîfa Neteweya Demokratîk, ji bo Rojhilata Navîn a Konfederaliya Demokratîk têkoşînê geş bikin. Şandê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê çêbûy ku ji vê re pêşengtiyê bike; divê em vê fersenda dîrokî baş binirxînin û bi biryardariyeke mezin tevbigerin.

Qonaxa ku em hatinê ev e. Qonaxa encamp girtinê ye. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê êdî diçe serkeftinê. Ne pêkan e ku hewldan û êrîşên mêtingeran ên ku me diyar kirin bi ser bikevin. Wê têk biçin, ji ber ku Kurd xwedan stratejî, hêz û Rêbertî ye. Ev gel êdî naşike. Ti hêz nikare pêşiya herka dîroka bigire. Bi taybetî jî fedaîyen Apoyî di vê serdema dîrokî de wê rola xwe ya hewce pêk bînin. Milîtanên Apoyî li hemû devera Kurdistanê wê li dijî mêtingeriyê û çeteyên paşverû li ber xwe bide û bersiva hewce bide.

Îro karîn, ast û performans heye. Dost dijmin divê her kes vê bizanibe. Kurd êdî bi paş ve gav navêjin û jirêzêbûnê qebûl nakin. Kurdan roj dîtine. Ber bi rojê ve meşa xwe ya azadiyê bi bilindkirinê wê serkeftinê bînin. Mêtingerî vê rastiyê dibînin û dixwazin pêşiya vê bigirin û êrîşên curbecur dike. Êdî ev hewldan û êrîş ti encamê bni xwe re nayînin. Ji ber ku civaka Kurdistnaê û têkoşîna azadiyê mesafeyeke girîng li pey xwe hiştine.’’

...