PYD: Barzanî destek da dagirkeriya Tirkiyeyê
PYD'ê nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Mesûd Barzanî da, ku piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk.
PYD'ê nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Mesûd Barzanî da, ku piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk.
PYD'ê li ser gotinên Mesûd Barzanî, ku dagirkirina xaka Rojava û Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve rewa nîşan dide, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Barzanî bi helwesta xwe, dagirkeriya Tirkiyeyê ya li axa Rojava û Sûriyeyê re rewa dike û hat gotin: "Surprîza ku Barzanî piştî serdana xwe ya Enqereyê bilêv kir û got, wê di demeke kurt de pêk were, bi dagirkirina Cerablûsê û şerê li dijî Kurdan, eşkere bû bê çi ye. Wan êrîşî destketiyên Rojava û Sûriyê yên ku bi saya xwîna bi hezaran şervanên YPG/YPJ’ê û tevahiya hêzên Sûriyê yên demokratîk hatin bidestxistin kirin."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hevdîtina Barzanî ku li ser kanala France 24 hatiye weşandin, dijberiya ji bo gelê Sûriyeyê û tevahiya pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê ye. Ev helwestên Barzanî hewldana rewakirina dagirkeriya Tirkiyeyê ya li axa Rojava re ye. Her wiha dijberiyeke li dijî Projeya Çareseriya Demokratîk a Federaliya Demokratîk, ku tekane rêya çareseriya ne tenê ji bo doza kurd, ew çareseriyeke ji bo tevahiya Sûriyê re ye."
PYD'ê diyar kir, ew kiryar û helwesta Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî qebûl nakin û got, "Ev partî her wiha destê dide rêveberên Partî Demokratîk Kurdistanî-Sûriyê jî. Her wiha wan li dijî partiya me sor dike. Em ji Bazanî re dibêjin, li şûna ku dijberiya me bike bila, ji bo lidarxistina kongreya navneteweyî gavê bavêje."