Peyama Ocalan wê li Amedê bê eşkerekirin

Tê payîn, agahiyên li ser hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî, li Amedê bên eşkerekirin.

Mehmet Ocalan, ku duh bi Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anî, tevî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê îro ji Stenbolê çû Amedê. Mehmet Ocalan û parêzer wê ewilî bi berxwedêrên greva birçîbûnê re hevdîtinê bikin û tê payîn, agahiyên berfireh ên li ser hevdîtina Ocalan re, piştî vê hevdîtinê ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Mehmet Ocalan ku li ser destûr Wezareta Edaletê duh çû Girava Îmraliyê û bi kekê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, danê êvarê ji giravê vegeriya. Çav li rê bû ku Mehmet Ocalan dema ji giravê vegeriya, daxuyaniyekê bide. Lê belê bêyî daxuyaniyekê bide ji Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê derket.

Mehmet Ocalan ji Gemlîkê vegeriya Stenbolê û duh bi şev bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re rûnişt û agahiyên li ser vê hevdîtinê da parêzeran.

Piştî vê hevdîtinê, Mehmet Ocalan û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç danê vê sibehê bi balafirê berê xwe dan Amedê.

Tê gotin, wê Mehmet Ocalan li Amedê bi Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wekîlên HDP'ê re hevdîtinekî pêk bîne. 

Wê di hevdîtinê de naveroka nîqaşên li Îmraliyê ji berxwedêrên çalakiyê re bê ragihandin û wê peyama Ocalan ji raya giştî re bê parvekirin.